02:17 24 Tebax 2017
Zindî
    Cerablus operasyonu

    Muxalîfê Sûriyayê ku beşdarî operasyona Cerablusê bû: Hemû kes li pey berjewendiyê xwe ne

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8602

    Leşkerek Artêşa Sûriyayê ya berê Sadeddin Somaa ji rojnameya New York Timesê re axivî û destnîşan kir ku hemû kes li pey berjewendiya xwe ye, ne yê Sûriyayê ye.

    Navenda Nûçeyan — Saadeddine Somaa, endamê Artêşa Sûriyayê yê berê bû niha jî di bin Koma Feylek El Şamê de şer dike. Ji Cerablusê ku piştî Artêşa Azad a Sûriyayê bi piştdiriya Tirkiyayê xist bin kontrola xwe daxuyanî da rojnameya Timesê ya amerîkî.

    Somaa got: ‘Min berî di got em dê bi rêxistina terorist DAIŞê û Serokê Dewleta Sûriyayê Beşar Esad şer bikin, lê niha em li hemberî kurdan jî şer dikin. Hemû kes li pey berjewendiya xwe ye, ne ya Sûriyayê ye. Niha li her derê Sûriyayê pirsgirek heye.'

    Endamê Koma Feylek El Şamê Somaa eşkere kir ku armanca wan ya sereke rêxistina DAIŞê ye, lê şervanên kurd ku êrişê me kirin me jî bersiv da û hin kesên di nav wan de bûn me dîl girtin. Herwiha Somaa derbarê nûçeyên ku muxalîfên kurdên dîl girtin şikence li wan kirine û dîmen hatibûn parvekirin de jî ragihand ku nebûye şahidê vê bûyerê.

    Li gorî rojnameya New York Timesê operasyona Cerablusê ku navê Mertala Firatê lê hat kirin şansê mesafe xistina di navbera komên muxalîf û îslamîstên radikal da. Herwiha rojnameyê hevdîtinin di navbera Rûsyayê û Amerîkayê ya derbarê Sûriyayê de jî gelek girîng dibîne.

    Bi heman mijarî:

    Pevçûnên li Şehbayê didom in
    Şervan Derwîş: Tirkiye siyasteyên qirkirinê dimeşîne
    Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir
    Rûsya: Di 24 saetan de agirbest li Şam û Laziqiyê 10 caran hat binpêkirin
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    Etîketan:
    kontrol, daxuyanî, operasyon, kurd, DAIŞ, berjewendî, Rojnameya New Tork Timesê, Saadeddine Somaa, Cerablus, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de