09:53 18 Tebax 2017
Zindî
    tv-televîzyon

    Ekrana Ozgur Gun TVyê hate reşkirin

    © Flickr/ flash.pro
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1201

    Weşana Televîzyona Gun TVyê ku li ser TURKSATê weşanê dikir, şevê din hate reşkirin.

    Navenda nûçeyan —  Weşana Televîzyona Ozgur Gun TV ku li ser TURKSATê weşan dikir, ji hêla platforma pêre peyman çêkirî ve ji seat 12.00ê şevê din ve hate birîn. Endamê Desteya Rêveber a Televîzyonê Bariş Bariştiran têkildarî reşkirina ekranên televîzyonê agahî dan û diyar kir ku rayedarên platformê hêj têkildarî rawestandina weşana wan de tu agahî nedane. Bariştiran daxuyand ku agahdar in ku demek dirêj e ji bo rawestandina weşana wan çews li ser platformê tên meşandin.

    Têkildarî cezayên demek dirêj e li televîzyonê tên birîn jî Bariştiran diyar kir ku ev demek dirêj e gelek cezayên îdarî û pere dane wan û gelek zehmetî avêtin pêş wan. Herwiha di encamê de RTUKê ekrana wan reş kir.

    Bi heman mijarî:

    Ozgur Gun Tv hate astengkirin
    RTUKê hişyarî da Ozgur Gun TV û Van TVyê
    Etîketan:
    reşkirina ekranan, ozgur gun tv, azadiya çapemeniyê, bariş bariştiran, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de