03:49 21 Tebax 2017
Zindî
    jinên kurd-ypg-ypj

    YPJ: Şervanên me ji aliyê artêşa Tirk ve dîl nehatin girtin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8510

    Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe daxuyaniyeke niviskî belav kir û di daxuyaniyê de nûçeyên li ser dîlgirtina 2 şervanên xwe yên ji aliyê artêşa Tirk ve derewand.

    Tankên artêşa tirk ên di operasyona Cerablusê de
    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Navenda Nûçeyan — YPJê di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku ew nûçeyên hinek dezgehên ragihandinê ku tê de dihat îdiakirin ku 2 şervanên YPJê li başûrê Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û komên mîxalîf ve dîl hatine girtin, ne rast in û hat gotin "her 2 şervanên YPJê din ava yekîneyên xwe de ene û li ser erka xwe ne."

    Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat derbirîn ku "artêşa Tirk û komên çete bi armanca ku îradeya şervanan û gel bişkîne van derew û îdiayên bêkok belav dikin. Ji bo vê yekê jî îdia kirin ku 2 şervanên YPJê dîl girtine û her wiha dîmenên dûrê pîvanên mirovahiyê belav kirin ku tê nîşan dan ku şervanên me yên di destê wan de îşkence dikin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandara YPJ Şengalê jiyana xwe ji dest da
    YGP û YPJ di nava Hêzên Demokratîk ên Sûrî de ne
    Di şerê YPG û rejimê de 17 leşker hatin kuştin û 12 jî dîl hatin girtin
    Artêşa Azad a Sûriyeyê îşkence li endamên HSDê kirin
    Etîketan:
    dîlgirtin, îdia, şervan, nûçe, derewandin, artêşa tirk, YPJ, Cerablûs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de