07:41 21 Tebax 2017
Zindî
    girtin-desteserkirin

    Li 3 bajaran gelek kes hatin desteserkirin

    © AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li 3 bajaran operasyonên siyasî hatin kirin. Di encama operasyonê de hevserokê HDPê yê Mereşê Metîn Gonulşen hate girtin.

    Navenda nûçeyan - Li bajarên Amed, Mereş  û Mêrsînê operasyonên siyasî hatin kirin.
    AMED

    Edîtorê beşa kurdî ya DÎHAyê û rêvebirê Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Mehmet Alî Ertaş duh ji aliyê polêsan ve hate desteserkirin. Ertaş birin Qereqola Polêsan ya Baglarê.

    MEREŞ

    Polêsan îniya borî bi ser mala hevserokê HDPê yê Mereşê Metîn Gonulşen de girtibû û wî binçavkiribûn. Gunulşen piştî kiryarên fermî yên li miduriyeta ewlehiyê duh sewqî dadgehê kirin. Gonulşen li dadgehê bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye' û ‘endamê rêxistinê ye' hate girtin.

    MÊRSÎN

    Polêsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di encama operasyonên hevdemî de Nûnerê TUHAD-FEDê yê Mêrsînê Ahmet Oguz jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
    Kesên hatin desteserkirin birin Midûriyeta Ewlehiya Mêrsînê.  


    Bi heman mijarî:

    Midûrê berê yê Emniyeta Stenbolê hate desteserkirin
    Hevseroka HDPê ya Kadikoyê hate desteserkirin
    Waliyê berê ji doza FETOyê hate desteserkirin
    Çekdarê xwest bi dizî têkeve nav karwana Merkelê hat desteserkirin
    Operasyona FETOyê: 35 kes hatin desteserkirin.
    Piştî êrişa karwana Kiliçdaroglu rojnamevan Ergun Babahan hate desteserkirin
    Nûçegîhanekî DÎHAyê hat desteserkirin
    Etîketan:
    rêvebir, hdp, dîha, ogc, girtinên siyasî, ahmet oguz, metîn gonulşen, mehmet alî ertaş, mereş, mêrsîn, amed, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de