20:37 16 Tebax 2017
Zindî
    İbrahim Kalin

    Kalin: Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînor ji YPGê paqij bike

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm di nivîseke xwe de daxwaz ji Amerîkayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo şervanên YPGê ji ber çavan re derbas bike û got "ji ber ku ev zirarê dide hevsengiya civakî û etnîkî ya li Sûriyeyê."

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin di nivîsa xwe ya rojnameya Daily Sabahê de bang li Amerîkayê kir ku piştgiriya şervanên Kurdên YPGê neke û got "divê Amerîka polîtîkayên xwe yên ji bo piştgiriya YPGê ji nû ve di ber çavan re derbas bike."

    Kalin di nivîsa xwe de dest nîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû sînorê Tirkiyeyê ji YPGê û terorîstên DAIŞê û yên din paqij bike û îdia kir ku ji bo vekişîna YPGê ya rojhilatê Çemê Firatê peyman heye.

    Herwiha Kalin îdia kir ku PYD û YPG ji bo ku li ew cihên ji DAIŞê digirin, bicih bibin û axa xwe hîn zêde bikin şert û mercan ava dikin û got "Tirkiye li dijî propagandaya PKKê û piştevanên wê yên welatên Rojava yekîtiya axa Sûriyeyê diparêze û ew ê derstûrê nede PKKê ku li ser sînor dewletekê ava bike."

    Bi heman mijarî:

    Serokomariya Tirkiyeyê: Armanca operasyona Cerablûsê YPG û DAIŞ e
    Kalin: "Xeta yekser di navbera sererkanên tirk û rûs de hat avakirin"
    Kalin: Kesî ti tişt ji bo Rewşa Awarte ya Fransayê negot
    Serokomariya Tirkiyeyê ji bo hevdîtina Barzanî û Erdogan daxuyanî da
    Serokomariya Tirkiyê:Em dixwazin bi Rûsyayê re çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê bibînin
    Etîketan:
    piştevanî, armanca Tirkiyeyê, paqijkirin, sînor, Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, DAIŞ, YPG, PYD, Îbrahîm Kalin, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de