01:01 19 Tebax 2017
Zindî
    Tabûra Ehrar Cerablus tevlî HSDê bû

    DAIŞ, ASA û Nusra êrîşî HSDê dikin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 217 0 0

    DAIŞ, ASA û El Nûsra li çoltarên Efrînê êrişî Ceyşul Siwarê (Artêşa Şoreşê) dikin ku di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de cî digirin. Yek ji fermandarên Ceyşul Siwarê Polat Rai ji Sputnikê re daxuyakirin ku wan 2 gund ji destê DAIŞê rizgar kirine.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan — DAIŞê duh bi şev saet di 01.00ê de li rojhilatê başûrê Efrînê bi çekên giran êrîş bir ser gundê Ehra yê di destê Ceyşul Siwar a di nava HSDê de. Piştî êrîşê Ceyşul Siwarê bersiv da û şerekî xurt derket.

    Di vê navberê de li gundê Ummuhawşê balafirên hevpeymanê 20 êrîşên hewayî birin ser DAIŞê ku li vir jî şerekî xurt pêş dikeve.

    ŞER DERENGÊ ŞEVÊ GÛRTIR DIBE

    Destê vê sibê saet di 05.00ê de Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA), Ahrar'uş Şam û El Nusrayê êrîş birin li ser çeperên Ceyşul Siwarê yên li gundên Hirbil, Şêx Îsa, Um Xoş ên bi ser bajarê Ezazê.

    Derbarê pevçûnan de fermandarê Ceyşul Siwarê Polat Rai ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku şer berdewam dike. Rai wiha got: "Duh bi şev saed di 01.00ê de êrîş anî li ser çeperên li rojhilatê başûrê Efrînê. Bi çekên giran êrîş kirin. Me jî bi awayekî xurt bersiv da. Di encama şer de ji DAIŞê kuştî û birîndar hene. Herwiha me 2 gund ji destê DAIŞê rizgar kir. Mi gundên Tilfiroş û Tilrihat rizgar kir. Ji ber ku di navbera sînorê me û wan de cî digirin grîngiya wan a stratejîk heye. Em niha pêş ve diçin. Balafirên hevpeymanê jî bi awayekî xurt çeperên DAIŞê bombebaran dikin."

    Rai aşkere kir ku El Nûsra, ASA û Ahrar'uş Şamê jî ji hêla Ezazê êrîş anîye ser wan û êrîş têk çûye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê PDKê: Ev hewldanên dewleta Tirk dagirkerî ye
    Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir
    Amerîka: Tirkiye operasyonan li cihên DAIŞ ne lê ye pêk tîne
    Wezîrê Parastina Amerîkayê: Divê Tirkiye şerê DAIŞê tenê bike
    Erdogan: Heta ku tehdîtbûna DAIŞ, PKK/YPGê biqede, operasyon wê dewam bikin
    Etîketan:
    Sputnik, Ahrar'uş Şam, Artêşa Sûriyê ya Azad, Ceyşul Siwar (Artêşa Şoreşê), El Nusra, DAIŞ, HSD, Polat Rai, Ezaz, gundê Ehra, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de