20:28 17 Tebax 2017
Zindî
    Îran

    Îranê payeya pêşîn a projeya înterneta netewî temam kir

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Îranê daxuyand ku payeya pêşîn a projeya avakirirna înternet a netewî hatiye temam kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke BBC Tirkî roja yekşemê merasîma vekirina proje ya înterneta netewî ya Îranê hat lidar xistin û Wezîrê Ragihandin, Zanyarî û Teknolojiyê yê Îranê Mahmûd Vaezî tevlê merasîmê bû û di merasîmê de daxuyand ku wê di înterneta netewî de hemû faaliyet, xizmet, pêkanîn û naverokên cuda yên netewî cih bigirin.

    Li gorî ajansa Mehrê jî wê di payeya pêşîn de xizmetên e-dewletê û rûpelên webe yên netewî cih bigirin û di payeya duyem a ku tê plankirin di Sibata 2017a de tamam bibe de jî wê xizmetên cuda werin pêşkeşkirin.

    Ajnsa fermî ya Îranê ÎRNA diyar kir ku ev hewldan wê bi qelîteyeke baş, bi lez û erzan xizmeta înternetê pêşkeş bike. Fikra înternet a netewî cara pêşîn di sala 2010a de hatibû diyar kirin û li ser vê yekê hatibû plankirin ku bi tevahî di sala 2015a de were xetibîn.

    Hikumet radigîne ku armanca vê hewldanê ew e ku tora netewî ya ku naverokên Îslamî belav bike û haybûna ji dijîtalê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Rejîma Îranê kurdek din qetil kir
    Dîsa leşkerên Îranê li sînorê Urmiyê kurdek kuştin û du jî birîndar kirin
    Li nexweşxaneyek Îranê şewat derket
    Rejima Îranê dîsa 12 girtî îdam kirin
    Ji Îranê daxuyaniya operasyona Cerablusê
    Rageşiyeke din di navbera keştiyên Amerîka û Îranê de
    Etîketan:
    hewldan, proje, payeya pêşîn, înterneta netewî, ajansa Mehrê, BBC Tirkî, ajansa ÎRNAyê, Wezîrê Ragihandin, Zanyarî û Teknolojiyê yê Îranê, Mahmûd Vaezî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de