22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Bedlîs - operasyon - teqîn - şer -

    Di navbera şervanên PKKê û leşkeran de şer qewimî

    © Foto: AA Yunus Okur
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47510

    Hate ragihandin ku li ser riya Bedlîs û Amedê di navebera şervanên PKKê û polêsên tirk de şer qewimî û di encamê de polêsek birîndar bûye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên ku hatin bidestxistin li herêma Ava Wexfê ya ser riya Bedlîs û Amedê şervanên PKKê rê girtine û kontrola nasnameyan kirine. Polêsê ku bi malbata xwe re ji Amedê diçû Wanê kontrola şervanên PKKê dît û hewlda ku bireve, li ser vê yekê şervanên Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) gule reşandin ser wesayîta polêsê.

    Li gorî zanyariyên ku ji herême hatin vergirtin Şervanên PKKê polêsê birîndar girtine ji ber ku malbata vî li cem bûne ew serbest berdane.

    Hate dîyarkirin ku polêsê birîndar ji bo dermankirinê ragirine Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.

    Bi heman mijarî:

    Li Dêrsimê şer derket: 2 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dan
    Li Colemêrgê di navbera şervanên PKKê û leşkerên Tirk de şer derket
    6 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest da
    Li Hezexê 2 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    qewimî, polîs, şer, leşker, şervanên PKKê, Ava Wexfê, Bedlîs, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de