16:43 23 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên tirk-tankên tirk-tank

    PADÊ: Dewleta tirk li hember kurdan di nava lîstokên qirêj de ye

    © Foto: AA/Firas Faham
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) hewldanên dewleta tirk şermezar kir û diyar kir ku dewleta tirk li hember gelê kurd yên li Rojava lîstikên qirêj dimeşîne.

    Navenda nûçeyan — Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) îro bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe ya li hember hewldanên dewleta tirk anî ziman û dewleta tirk bi awayekî tund şermezar kir.

    Di daxuyaniyê de tê gotin ku piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ya ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê awirên cîhanê careke din zivirîn ser şoreşa Rojava.

    Herwiha hate gotin ku  hêzên dagîrker û sermayedar, ji ber vê serkeftinê, hemû nakokiyên xwe dan alî û careke din li hember têkoşîna gelan bûn yek. Bi vî awayî dixwazin gelan bêhêvî û bêpergal bihêlin.

    Di daxuyaniyê de hate gotin ku:  ‘Pir bi eşkere tê dîtin dewleta tirk di dema dawî de têkîliyên xwe ji nû ve ji berçavan re derbas kir. Li ser vî esasî serî de Rusya, serî li ber Sûriyê tewand. Trafîka dîplomasî li Tirkiyê zêde bû. Hevdîtinên veşartî û yên qirêj hatin kirin. Di encamê de destwerdaneke mîna şano hat kirin û Cerablûs dest gûhart û dewleta tirk kete Rojava.'
     

    ‘Lİ CEREBLUSÊ DI NAVBERA ARTÊŞA TİRK Û DAIŞÊ DE TI ŞER DERNEKET'

    Di dewamiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku armanca dewleta tirk têkbirina destketiyên kurdan û  gelê Sûriyeyê  ye. Lewma jî li Cerablûsê di navbera artêşa tirk û Daişê de ti şer derneket.

    Hate amajekirin ku Tirkiye li Rojava gelê sivîl ji xwe re kiriye hedef û gelek caran çekên kimyewî bikar aniye ku di encamê de gelek sivîl hatine kuştin.

    Di dawiya daxuyaniyê de rexne li bêdengiya civaka navneteweyî hate kirin û hate xwestin ku hêzên tirk û çekdarên girêdayî wê demildest ji xaka Rojava û Sûriyeyê vekşin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Hûlûsî Akar daxuyaniya Cerablûsê
    Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
    Li Cerablûsê şer: Leşkerek tirk hate kuştin 2 jî birîndar bûn
    ‘Operasyona Cerablûsê, wê pêşveçûna şer biguherîne'
    'Pûtîn operasyona Cerablûsê nepejirand'
    HSD: ‘Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike'
    KNKê derbarê operasyona Cerablûsê de daxuyanî da
    Artêşa Azad wê ber bi rojavayê Cerablûsê ve biçe
    Sûriyê ji ber ketina Cerablûsê Tirkiye şermezar kir
    Etîketan:
    gelê kurd, artêşa tirk, daiş, şermezarkirin, padê, sûriye, rojava, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de