11:05 23 Tebax 2017
Zindî
    Şervan Derwîş

    Şervan Derwîş: Tirkiye siyasteyên qirkirinê dimeşîne

    © Foto: Rawshan Khalil
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Berdevê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê operasyona dewleta tirk ya li Cerablûsê hin nirxadin kir û da zanîn ku Tirkiyeyê armanc dike ku gelê herêmê qir bike û li şûna wan alîgirên xwe li herêmê bi cih bike.

    Navenda nûçeyan - Berdevê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş da zanîn ku Artêşa Tirk şeva din êrişî ser gundê Dindinê kir ku di encamê de 5 kesan jiyana ji dest daye.
    Derwîş di daxuyaniya xwe ya ANHAyê de wiha got: ‘Artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya piştevaniya komên îslamî de, gundên welatiyan topbaran kirin da gelên herêmê qir bike û li şûna wan alîgirên xwe (teşkîlatên îslamî) bi cih bike.'

    ÊRIŞ BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ TÊN KIRIN

    Derwîş êrişên gundê Bîr Kûsa û Sirêsatê jî bi bîr xist ku di encamê de 70 kesan jiyana xwe ji dest dabû û diyar kir ku Tirkiye sivîlan ji xwe re dike hedef û êrişan bi awayekî plankirî dike.
    Derwîş destnîşan kir ku dema Artêşa Tirk gundê Dindinê topbaran dikir, di heman demê de, DAIŞê jî li gundê Yaşlê ya li bakurê rojavayê Minbicê, êrişî şervanên Meclîsê kirin. Li gorî Derwîş êrişên wiha nîşan dide ku AKP û DAIŞ bi yek armancê tev digerin.

    SIYASETA QIRKIRINÊ TÊ MEŞANDIN

    Derwîş amaje kir ku Tirkiye li Sûriye û Rojava siyaseta qirkirinê dimeşîne û wiha dewam kir: ‘Tirkiyeyê Cerbalus dagir kir, şêniyên herêmê di komkujî û qirkirinan re derbas dike, wan bi darê zorê ji malên wan dide koçkirin. Ew bi vê yekê dixwaze serweriya xwe li ser şêniyên herêmê ferz bike.'

    Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku êdî çavên xwe li ber kiryarên Tirkiyeyê negrin û hişyariyan lê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şervan Derwîş: Tirkiye êrîşî hêzên me dike
    Şervan Derwîş: Minbic hîn nehatiye rizgarkirin
    Etîketan:
    artêşa tirk, şervanên kurd, qsd, hsd, operasyona cerablûsê, komkujî, sivîl, daiş, Şervan Derwîş, minbic, cerablûs, tirkiye, sûriye, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de