00:50 19 Tebax 2017
Zindî
    Cerablus

    Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 117 0 0

    Dewleta Sûriyeyê, ji bo ku Tirkiye bi hêza Artêşa Azad a Sûriyeyê re operasyona Mertalê Firadê pêk anî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-Moon re şand û giliyê wê kir.

    Navenda Nûçeyan - Dewleta Sûriyeyê, ji bo ku Tirkiye bi hêza Artêşa Azad a Sûriyeyê re bi tank, top û balafirên şer li Cerablusê operasyona Mertalê Firadê pêk anî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon û ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re nameyeke gilîkirinê şand.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye SANAyê, rêvebiriya Şamê di nameya xwe de got: "Kiryarên rejima Tirkiyeyê û hêzên ku pê re dixebitin li ser axa Sûriyeyê rasterast qetlîam û dagirkeriyê dikin, ev qetleke li hemberî însaniyetê ye."

    Di berdewamiya nameyê de tê gotin: "Di dema operasyonê de sivîl hatin kuştin û her wiha Amerîka, Fransa, Brîtanya, Erebîstana Siûdî û Qetar ji xeyrî piştgirî dana rêxistinên terorîst alîkariya Tirkiyeyê dikin û wê diparêzin."

    Daxuyaniya Sûriyeyê, piştî axaftina Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ku gotibû rêvebiriya Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê ji operasyonê haydar bû, hat kirin

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Artêşa Tirkiyeyê çekan dide cîhadîstan
    Sûriye serdana Iraqê dike
    ‘Heke ku Tirkiye Cerablusê bidest bixe, wê ji bo guhertina rêvebiriya Sûriye bike koz'
    Sûriye: Tirkiye bila Îran û Rûsyayê guhdar bike
    ‘Li Sûriyê yan wê federalîzm çêbibe yan jî wê Sûriye parçe bibe'
    Artêşa Sûriye û Hizbûllah li Helebê dest bi êrişên hevpar kirin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Ban Ki-Moon, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de