19:45 24 Hezîran 2018
ypg-pkk

YPG: Artêşa tirk hevalên me yên ji bo alîkariya birîndarên sivîl çûn girt

© AFP 2018/ MIGUEL MEDINA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

YPGê ragihand ku 4 şervanên wan dema ji bo alîkariya sivîlên birîndar diçûn li Başûrê Cerablusê ji hêla artêşa tirk û komên çekdar ve hatine dîlgirtin.

Navenda Nûçeyan — Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de destnîşan kir ku 4 hevalên wan ji hêla artêşa tirk û komên çekdar ve dîl hatin girtin. YPGê diyar kir ku balafirên artêşa tirk roja 28ê tebaxê li dijî gundê El Kûsayê bombebaran pêk aniye û di encamê de komeke sivîl hatine kuştin, dîsa gelek jî birîndar bûne. Piştî vê bûyerê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ji bo dermankirina sivîlan bangewaziya lezgîn kiriye û 4 şervanên wan ên li ser pira Qereqozaxê bûn xwestine biçin alîkariya sivîlan.

YPG dide xuyakirin kû leşkerên tirk û komên çekdar kêmîn danîne ber maşîneya şervanên wan û 4 kes dîl girtine. Di dawiya daxuyaniyê de YPG got ku ji jiyan û tenduristiya şervanên wan artêşa tewleta tirk berpirsiyar e.

Duh li ser hin hesabên medyaya civakî dîmenên şervanên di destên komên çekdar de hatin belavkirin û hate dîtin ku hin kes hatine girtin. Di heman dîmenan de xuya dikir ku ew kes rastî îşkenceyî hatine.

Bi heman mijarî:

Artêşa Tirk êrişî YPGê kir
Artêşa Azad: Em piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê dikin
Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin
Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê vekişiya başûrê Çemê Sacûr
Kurtulmuş: Şam bi rêya Rûsyayê agahdar bû
Etîketan:
dîlgirtin, Komên çekdar, Artêşa tirk, YPG, gundê El Kûsayê, pira Qereqozaxê, Cerablus
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de