19:47 21 Sibat 2018
Zindî
    Operasyona Cerablusê

    Piştî operasyonê DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundê Cerablusê vedişêrin

    © Foto: AA/ Cem Özdel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku piştî operasyona AAS û Artêşa Tirkiye ya Mertalê Firadê hinek terorîstên DAIŞî bi cilên sivîl xwe li gundên Cerablusê vedişêrin.

    Cerablus — Li gorî Nûçeya Ajansa Doganê (DHA), piştî operasyona Mertalê Firadê ya Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku Artêşa Tirkiyê jî bi balafirên şer û wesayîtên zirxî piştgirî dida, di nava 15 rojên dawî yên berî operasyonê de milîtanên terorîst ên DAIŞê bi cilên sivîl li gund û warên Cerablusê xwe veşartine.

    Heke werin deşîfrekirin, dibe sivîlan ji xwe re bikin mertal

    Milîtanên terorîst ên DAIŞê ku ji bajarê Cerablusê reviyan û li gundê derdorê xwe xwe veşartin ji bo ku neyên naskirin rihên xwe qûsandine û cilên sivîl li xwe kirine. Li gorî nûçeyê heke milîtanên terorîst werin deşîfrekirin dibe sivîlan ji xwe re bikin mertal.

    Hat îdîakirin ku di operasyona Artêşa Azad a Sûriyeyê ku kontrola 13 gundan bi dest xistin de heta hinek milîtanên wiha ku xwe qamufule kiribûn hatine girtin û ew bêbandor kirine.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê vekişiya başûrê Çemê Sacûr
    Artêşa tirk îdia dike ku li Cerablusê 25 şervanên YPGê hatin kuştin
    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin
    Li çoltera Cerablusê operasyon dewam dike: "30 gund ji destê DAIŞê hat derxistin
    Ji Mislim bo Erdogan: "Eqliyeta Kasimpaşa li Cerablusê qelibî"
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Sûriyeyê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), Cerablus, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de