21:19 21 Hezîran 2018
Fethullah Gulen

'FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira'

© AP Photo / Selahattin Sevi
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serdozgerê Komarî yê Manîsayê Akîf Celalettîn Şîmşek diyar kir ku FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira.

Navenda Nûçeyan — Serdozger Şîmşek li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyand ku FETO li tevahiya Tirkiyeyê tenê li Dêrsîmê nikarîbû xwe di saziyên rêveberî û darayî de birêxistin bikira.

Şîmşek li gel vê yekê dest nîşan kir ku wan di encama lêpirsîna 2 salan de dîtiye ku rêxistina FETO li Manîsayê karsaz û karmend ji xwe re kirine hedef û got li Manîsayê sere her mehê ji karmendan ji sedî 5 an jî 10 bi navê ‘hîmmetê' pere kom kiriye û li hemberî kesên ku nedane şantaj û fêlbazî kirine.

Herwiha Serdozger Akîf Şîmşek anî ziman ku rêxistina FETOyê li Manîsayê ji sala 1976a vir ve dest xwe bi rêxistinê kiriye.

Bi heman mijarî:

Di lêpirsîna FETO de ji bo 50 bijîşkan daxwaza girtinê
HSYKê dadgerên ku 'meleyê FETO' serbest berdan, ji kar dûrxistin
Îmamê dijîtal ê herêmî yê FETO hat girtin
Îmamê FETO yê berê: "Arif Erdem 500 hezar dolar ji Gulen re birin"
Li Sêrtê operasyona FETO: 336 kes hatin girtin
Etîketan:
karmend, karsaz, nikarîbû, kirin, xwebirêxistin, FETO, Serdozgerê Komarî yê Manîsayê, Akîf Şîmşek, Manîsa, Dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de