22:13 21 Sibat 2018
Zindî
    Balafir

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê: Balafirên tirk bombebaran dikin, sivîl hatin kuştin

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên artêşa tirk a li ser başûrê Cerablusê de gelek sivîl mirine û gelek ji wan jî birîndar bûne. Li gorî AFPê hejmara kesên jiyana xwe ji dest da gihişt 40î.

    Cerablus — Artêşa tirk vê sibê saed di 10.20an de gundê Birkûs ê 13 km li başûrê Cerablusê dikeve bi balafiran bombebaran kirin. Çavkaniyên artêşa tirk aşkere kirin ku wan çeperên YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bombebaran kirin.

    Lê Fermandarê HSD Cudi Cerablus ji Sputnikê re axivî û got ku li tevahiya gund sivîl hene û ji ber bombebaranê gund hilweşiya ye.

    ‘2 LEŞKERÊN TIRK MIRIN 4 JÎ BIRÎNDAR BÛN'

    Cudî di axavtina xwe de wiha got: Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) û leşkerîn tirk bi çekên giran êrîşî ser gundên di destên me de ne dikin. Ji duh de şerên giran diqewimin. Di encamê de 29 endamên ASAyê û 2 leşkerîn tirk mirin. Herwiha 4 leşker birîndar bûn. Me 3 tangên tirkan rûxandin. Şer berdewam e. Hêzên me di çeperên xwe de ne. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin."

    Di vê navberê de ajansa nûçeyan a frensî (AFP) di encama bombebarana artêşa tirk a li ser başûrê Cerablusê de 20 sivîl mirin.

    Ajansê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev agahî par ve kir. Herwiha Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî ragihand ku artêşa tirk gundê Bir El-Kusa yê 13 km li başûrê Cerablusê dikeve bombebaran kir. Li gorî heman nûçeyê gelek sivîl di encama vê bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan.

    Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê ragihand ku di encama topbaranê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da, derdora 50 kes jî birîndar bûn.

    Ji aliyekî din ve, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekê hêzên kurd hatine bidestxistin hejmara qurbaniyên ku di bombebarankirina êrîşên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest daye gihişt 30.

    Herwiha li gorî agahiyên dawî yên ajansa nûçeyan AFPê, hejmar qurbaniyên bombebaran Tirkiyeyê gihişt 40î.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk li Efrînê êrîşî noqteyên YPGê dike
    Artêşa tirk gundê Minbicê topbaran dike
    Li Cerablûsê şer: Leşkerek tirk hate kuştin 2 jî birîndar bûn
    Li sînorê Rojava herêmek tampon tê avakirin
    Tankên Artêşa tirk ketin Kobaniyê
    Etîketan:
    bombebaran, sivîl, Artêşa tirk, Ajansa ANHA, Ajansa AFPê, Gundê Bir El-Kusa, Cerablus
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de