14:52 18 Mijdar 2017
Zindî
    penaber

    Gelek sivîl û çekdar ji Dareya derdikevin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Piştî peymana ku tê îdiakrin ku di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar de pêk hat, gelek endamên komên çekdar û sivîl ji bajarê Dareya derketin.

    Navenda nûçeyan - Bajarê Dareya yê girêdayî Şamê ji sala 2012an ve ji aliyê Artêşa  ve dorpêç kiriye û li wir rewşa mirovî  heta asteke mezin zehmet bibû. Li gorî lihevkirina di navbera hêzên rêjîma Baas û komên çekdar de pêk hat, hejmarek ji endamên komên çekdar tevî malbatên xwe û hin niştecihên Dareyayê bi amadebûna artêşa rêjîmê û ambûlansên girêdayî Heyva Sor a Sûrî bi 6 otobîsan ji bajar derketin.

    Li gorî lihevkirinê divê derdora 4 hezar sivîl ji bajar derkevin û li herêmên di bin kontrola hêzên rêjîmê de bi cih bibin. Her wiha derdora 700 çekdar bi çekên xwe yên sivik derkevin û biçin parêzgeha Idlibê.

    Tê payîn ku derketina sivîlan û çekdaran ji bajar îro temam bibe.

    Bi heman mijarî:

    Ji sala 2012an ve cara yekemîn e ku pakêtên alîkariyê digihîjin Derayê
    ‘Li Derayê hezar militan çek berdan'
    Li Derayê ji hezarî zêdetir mixalif çek danîn
    Bi moşekan êrişî Derayê kirin: '11 kuştî û 40 birîndar'
    Etîketan:
    peyman, hêzên çekdar, şam, artêşa sûriyeyê, deraa, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de