22:19 17 Kanûn 2017
Zindî
    Silopî

    Li navçeya Silopî teqîn: 2 jê giran 8 zarok birîndar bûn

    © Foto: diha
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê din di encama teqînekê de 2 jê giran 8 zarok birîndar bûn. Li gorî zanyariyên şahidên bûyerê dema wesayîta zirxî ji di kolanê de derbas dibe heyberekê davêje û piştre teqîn pêk tê.

    Navenda Nûçeyan — Bûyer li taxa Cûdî ya navçeya Silopiya Şirnexê şevê din teqînek pêk hat û di encamê de 8 zarok birîndar bûn. Zarokên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.

    Ji zarokên birîndar Abdulkerim Alkiş rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Resûl Eren jî rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Xarpêtê. Dermankirina zarokên bi navê Tuba Ertaş (8), Esra Yigit (9), Mehmet Ertaş (3), Aygul Bozdag (7), Sevim Alkiş (11) û Sude Bozdag (8) li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê berdewam dike.

    Li gorî nûçeya Ajansa ANFê ku agahî ji şêniyên taxê wergirtine, dema wesayîta zirxî ya polêsan di kolanê re derbas dibe ji wesayîtê heyberekê davêjin kolanê û piştre teqîn çêdibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Silopî û Cizîrê saetên qedexeya derketina derve hatin kêmkirin
    Silopî piştî şer û pevçûnan êdî wêran bûye
    3 siyasetmedarên jin ên kurd li Silopî hatin kuştin
    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Li navçeya Silopiyê qedexeya derketina derve qismî hat rakirin
    Etîketan:
    Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Xarpêtê, Li navçeya Silopî teqîn, Aygul Bozdag, Mehmet Ertaş, Resûl Eren, Abdulkerim Alkiş, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de