13:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Artêşa Iraqê bajaroka stratejîk ji DAIŞê rizgar kir

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el Îbadî ragihand ku bajaroka stratejîk Kayyara ku dikeve başûrê Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hatiye rizgarkirin.

    Mûsil — Îbadî bi rizgar kirina rafîneya petrolê ya Kayyarayê ji nûnerên medyaya civakî re eşkere kir ku ji bo rizgar kirina Mûsilê gavek girîng bû.

    Meha borî Artêşa Iraqê balafirgeha Kayyarayê kontrol kiribû û artêş ji bo hêzên ku beşdarî rizgar kirina Mûsilê bibin plan dike ji vir piştgirî bidin wek navend bikar bîne. Artêşa Iraqê plan dike ku îsal bajarê Mûsilê rizgar bike.

    NIŞTECIHÊN MÛSILÊ BI DANEZANAN JI HEWAN VE HATIN HIŞYAR KIRIN

    Ji aliyê din ve hêzên Iraqê ji bo operasyona Mûsilê bi gel bide bihîstin ji hewan ve danezan belav kir. Di danezanê de ji niştecihên Mûsilê hate xwestin ku piştgiriya DAIŞê nekin, cihên ku terorîstên DAIŞê li disekinin dûr bisekinin û xwe pispêrin cihên biewle.

    Bajarê Mûsilê ji sala 2014an vir ve dibin kontrola DAIŞê deye. Hejmara kesên ku li Mûsilê dijîn nêzî 500 hezar kesî ne.

    Bi heman mijarî:

    MÛSIL - 400 terorîstên DAIŞê êrişî pêşmerge kirin
    MÛSIL - DAIŞê çûn û hatinê qedexe kir
    Riya Mûsil-Şedadê di bin kontrola hêzên kurd de ye
    Waliyê berê yê Mûsilê: ‘Îran dixwaze bi ser Mûsil re bigihêje Sûriyayê’
    Etîketan:
    danezan, bajarok, niştecî, piştgirî, rizgarkirin, terorîst, DAIŞ, Serokwezîrtiya Iraqê, Heyder el Îbadî, Irak, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de