05:10 23 Hezîran 2018
Afganistan

Li Zanîngeha Amerîka ya li Efxanîstanê êrîş pêkhat

© REUTERS / Omar Sobhani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyar kirin ku li paytexta Qabîlê ya Efxanîstanê li hemberî Zanîngeha Amerîkayê êrîş pêk hat û di encama êrîşan de mirî û birîndar hene.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan milîtanên bi çek ketine zanîngehê û li derdorê gule reşandine û hat gotin ku paşê jî teqînek mezin çêbû.

Hat hîn bûn gelek xwendekar di zanîngehê de mane û hêzên taybet ên Efxan li derdora kampusê hatine bicih kirin.

Nûçegîhanê ajansa APê Mesûd Huzeynî li ser hesabê xwe yê twitterê nivisî û got "alîkariya me bikin, em di hundir de man, dibe ku ev tweetên min ên dawiyê bin."

Li gel vê yekê hat diyar kirin ku dibe ku kesên êrîşkar ketibin nexweşxaneyeke nêzîkê kampusê jî.

Zanîngeha Amerîkayî di sala 2006a de bi fonên Amerîkayê hat avakirin û ev zanîngeh li Efxanîstanê zanîngeha herî mezin a taybet e. Herwiha di serê vê mehê de yek jê amerîkayî yek jî jê Avûstralyayî 2 akademîsyenên zanîngehê ji aliyê milîtanan ve hatibûn revandin.

Bi heman mijarî:

Li Efxanîstanê operasyon: 21 milîtanên Talîbanê hatin kuştin
Rûsya: Jiyana pîlotê Rûs ê li Efxanîstanê dîl hat girtin, ne di xetereyê de ye
Li Efxanîstanê helîkoptereke Pakîstanê ket
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Carter çû Efxanîstanê
Etîketan:
êrîş, mirî, birîndar, teqîn, Zanîngeha Amerîka ya Efxanîstanê, Ajansa APê, Mesûd Huseynî, Qabîl, Efxanîstan, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de