10:12 20 Çile 2018
Zindî
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê

    Civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye-Polonya-Romanyayê wê li Enqereyê were lidarxistin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrên Karên Derve yên Polonya û Romanyayê di çarçoveya hevdîtina sêalî ya Tirkiye, Polonya û Rômanyayê de wê serdana Enqereyê bikin û wê di civîna sêalî ya wezîrên karên derve de bicivin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hat ragihandin ku wezîrên karên derve yên Polonya û Romanyayê piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ji bo ku piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê nîşan bidin, wê di 25ê Tebaxê de serdana Tirkiyeyê bikin.

    Hat diyar kirin ku tê pêşdîtin ku di hevdîtina wezîran de wê niqaşa ‘hewldana derbeyê û rêxistina FETO/PDYê' were kirin û li gel vê yekê wê geşedanên li herêmê, encamên Lûtkeya Varşova ya NATOyê û têkilitên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî werin nirxandin.

    Tê plan kirin ku wezîrên karên derve yên Romanya û Polonyayê serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karên Derve di derbarê FETOyê de agahî dan nûnerên navneteweyî
    Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê giliyê koalîsyona navnetweyî kir
    Hevdîtinên `Moskow-2` di Wezareta karên Derve ya Rûsyayê de bi rêve diçin
    Têkiliya 88 kesan ji Wezareta Karên Derve hat birîn
    Etîketan:
    civîn, sêalî, serdan, FETO, Serokomarê Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, NATO, Recep Tayîp Erdogan, Ewropa, Enqere, Tirkiye, Polonya, Romanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de