08:40 23 Çile 2018
Zindî
    `Artêşa Sûriyê a Azad`

    Milîtanê OSOyê: Armanca operasyona Cerablûsê astengkirina Kurdan e

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku milîtanekî Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) yê bi navê kod Ebû Samîr daxuyand ku armanca operasyona Cerablûsê ew e ku pêwendiya Kurdan ya bi Efrînê re were asteng kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke BBC Tirkî Ebû Samîr ê milîtanê OSOyê di derbarê armanca operasyona Cerablûsê de eşkere kir ku armanca operasyonê ew e ku pêwendiya Kurdan ya ji bo Efrînê asteng bikin û got "ger ku ev pêk were wê gavê bakurê Helebê wê perçe perçe bibe."

    Ew milîtanê OSOyê diyar kir ku operasyona Cerablûsê dibe ku di nava 2-3 rojan de were destpêkirin û got yekî bi Tirkî diaxivî ew ji bakurê Helebê û Idlibê anîne navçeya Karkamiş a Dîlokê û got ew li Karkamişê li cihekî wek ‘baregeha leşkerî' dimînin.

    Ebû Samîr anî ziman ku bi qasî hezar 500 milîtanên OSOyê bi kinc û çekên xwe yên leşkerî li Karkamişê dimînin û got "em ji Tirkiyeyê tenê piştgiriya lojîstîk û perwerdehiya leşkerî digirin." Milîtanê OSOyê herwiha dest nîşan kir ku va operasyona di pêşengtiya Tirkiyeyê de tê amade kirin û got "Tirkiye ji fermandarên OSOyê re dibêje, divê çi bikin."

    Bi heman mijarî:

    Karkamiş tê vala kirin!
    9 guleyên hawanan li navçeya Karkamiş a Dîlokê ketin
    Çavuşoglu: Em ê piştgiriyê bidin operasyona Cerablûsê
    DAIŞê ji Cerablûsê êrîşî Kobanê kir
    Şervan Derwêş: Tirkiyê piştî hewldana derbeyê hezar çete derbasî Cerablûsê kir
    Etîketan:
    milîtan, piştgirî, mayîn, operasyon, BBC Tirkî, Artêşa Sûriyê ya Azad, Ebû Samîr, Karkamiş, Dîlok, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de