18:47 27 Gulan 2018
Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD)

HSDê piştgiriya xwe ya Hêzên Leşkerî ya bajarê Cerablusê re ragihand

© Foto : ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li hemberî hewldanên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê piştevaniya xwe ji Hêzên Leşkerî ya bajarê Cerablusê re eşkere dikin..

Navenda Nûçeyan — Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir ku li hemberî hewldanên hêzên herêmî yên têkbikrina vîna gelan li gorî sozên xwe tev bigere û "parastineke navneteweyî ya ji bo welatê me" misoger bike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) me daxuyaniya li ser nave hêzên leşkerî yên bajarê Cerablusê ya li dijî hewldanên dewleta tirk ku dixwazin bajêr bixe bin kontrola xwe. Tirkiyeyê ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, her wiha ji bo rê li ber serê gelê herêmê yê li dijî terorê bigre, hin hêzên leşkerî yên ku nasname û niyaetên wan ji yên terorîstan ne cuda ne bikar tîne."

Herwiha Fermandariya Giştî ya HSDê di daxuyaniya xwe de piştgirî da hêzên leşkerî yên bajarê Cerablusê û wiha got "Wekî HSDê em ji raya giştî re radigihînin ku em piştgiriyê didin Hezên Leşkeriya Cerabkusê.'

Bi heman mijarî:

HSD: Wesayetek terorîstan hate rûxandin
HSD: Me êrişa terorîstan ya li ser bendava Tişrînê pûç kir
Hêzên HSD û YPGê ketin nava Minbicê
HSD: Em xwe wekî beşek ji koalîsyona li diji DAIŞê dibînin
Şervanên HSD û YPGê 10 gundên din ê Minbicê rizgarkirin
Etîketan:
leşkerî, ragihand, daxuyanî, piştgirî, Hêzên sûriyeya Demokratîk (HSD), Cerablus, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de