17:00 22 Çile 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Mudaxaleya bêyî Rûsyayê dê bibe sedema encamên giran

    © Foto: imc
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro ji bo serdana malbatên qurbanî yên teqîna Dîlokê bike, çû Dîlokê û li wir pirsên televizyona NTVyê bersivand û di derbarê geşedanên dawî de hinek nirxand kir.

    Navenda Nûçeyan — Serokê CHPê di axaftina xwe de diyar kir ku hikumeta AKPê Sûriye wek Iraqê dît û midaxeleyê Sûriyeyê kir Kiliçdaroglû li ser vê yekê dest nîşan kir ku Sûriye ji bo Rûsyayê gelekî girîng e û got "berdêla mudaxele ya bêyî destûra Rûsyayê wê giran bûya. Hikumetê berdêla giran da şûnde dît ku şaşî kiriye."

    Kiliçdaroglu derbirî ku ger delil hebin ku DAIŞ wê êrîşê şahiyan bike û li beramberî van delîlan êrîş bike, wê gavê tê wateyê ku kêmasiya îstîxbaratê heye û got "em dizanin ku geşedanên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê dibin sedema pirsgirêkan. Divê Tirkiye him ewlehiya xwe him jî têkiliyên xw eyên bi welatên cîranan re ji nû ve sererast bike."

    Serokê Giştî yê CHPê di axaftina xwe balkişand ser şandina leşkerên Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê jî û got "Em şaş dibînin ku Tirkiye hêzên xwe yê çekdarî bişîne welatekî biyanî. Sûriye ne welatekî ji rêzê ye. Li wir Rûsya heye, Amerîka heye, Îran heye. Divê em sînorên hiqûqa navneteweyî derbas nekin. Ger ku em sînorên hiqûqa navneteweyî derbas bikin, em ê berdêlê bidin."

    Bi heman mijarî:

    Teqîna Dîlokê li Rûsyayê hat şermezarkirin
    Dayîka zavayê teqîna Dîlokê: "Min xwekuj dît, ne zarok bû"
    Di teqîna Dîlokê de zarokekî sûriyî jî jiyana xwe ji dest da
    Teqîna Dîlokê li Wanê hate protestokirin
    Qesra Spî derbarê teqîna Dîlokê de daxuyaniyek da
    Dayîka Emîne di teqîna Dîlokê de 4 zarokên xwe winda kirin
    Etîketan:
    teqîna dîlokê, şerê sûriyeyê, daiş, şer, êriş, Kemal Kiliçdaroglu, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de