21:37 21 Çile 2018
Zindî
    Şam

    Hikûmeta Sûriyê nizane wê çi bike ji 30 hezar termî

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Termên milîtanên biyanî yên li Sûriyê di nava refên rêxistinên biyanî de şer kirine û mirine bûye bela sere rêvebiriya Şamê. Hate diyarkirin ku rêvebiriyên welatên ku welatiyên wan beşdarî şerê li Sûriyê bûne, ji bo diyarkirina nasnameyên terorîstan xwe nadin ber alîkariya hevkariya bi hikûmeta Sûriyê re.

    Şam — Serokê Saziya Tiba Edlî ya Sûriye Huseyin Nofal ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku welatiyên cîran, piştî diyarkirina nasnameyan jî terme welatiyên xwe yên di nava refên terorîstan de şer dikin qebûl nakin. Nofal destnîşan kir ku tenê di sala 2016ê de bi deh hezaran milîtanên biyanî ji hêla welatên xwe nehatin qebûlkirin.

    ‘ME NIKARÎBÛ NASNAMEYA 30 HEZAR TERMÎ DIYAR BIKIRA'

    Rayedarê ji Sûriyê got: "Me derxist holê ku di nava refên terorîstan de milîtanên ji welatên weke Fransa, Tirkiye, Iraq, Erebistana Siûdiyê, Urdin û Libnanê şer dikin. Li gel van, me nikarîbû nasnameya 30 hezar termî diyar bikira."

    ‘ÎŞKENCEKAR BÊHTIR ZAROKAN JI XWE RE DIKIN HEDEF'

    Nofal herwiha aşkere kir ku ji ber darvekirin û îşkenceya ji hêla milîtanan ve, ew di diyarkirina hin nasnameyên welatiyên Sûriyê de jî zehmetiyan dikişînin.

    Serokê Saziya Tiba Edlî diyar kir ku sedî 60ê îşkenceya di dema şer de tê pêkanîn li hemberî zarokan e û zarok herî zêde rastî destdirêjiya zayendî tên.

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê 30 gorên komî hatin dîtin
    Li Iraqê 50yan zêdetir gorên komî hatin dîtin
    Li bajarê Rûmadî 3 gorên komî hatin dîtin
    Etîketan:
    destdirêjiya zarokan, zarok, rêxistinên terorîst, term, Saziya Tiba Edlî ya Sûriye, Huseyin Nofal, Libnan, Urdin, Erebistana Siûdî, Iraq, Tirkiye, Fransa, Şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de