16:40 27 Gulan 2018
bekîr kara

Serokê AKPyî yê ku birayê wî ji FETOyê hatibû girtin îstifa kir

© Foto: AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Serokê AKPê yê navçeya Şîranê Bekîr Kara yê ku birayê wî di çarçoveya operasyona FETOyê de hatibû girtin, îstîfa kir.

Gumuşhane —  Kara di civîna çapemeniyê ya ku tê de îstifaya xwe ragihand, diyar kir ku ew ji sala 2008an û heta niha serokatiya AKPê ya navçeya Şîranê dike.
Kara derbarê şeva hewldana derbeya leşkerî  ya wek bobelateke mezin binav kir wiha axivî: ‘Me weke gel bersiveke xweş da derbekaran. Me bi rojan nobeda demokrasiye girt. Serokkomarê me bi feraseta xwe û gelê me jî bi sekna xwe derbeyê pûç kirin.'

‘BIRAYÊ MIN HATE GIRTIN, MIN EW HIŞYAR KIRIBÛ'

Birayê Kara, Abdullah Kara di çarçoveya lêpirsîna FETOYê de hatibû girtin. Derbarê  vê yekê de Kara destnîşan kir ku wî birayê xwe hişyar kiriye û wî jî jê re gotiye êdi ti têkiliyên min bi FETOyê re nîne. Kara amaje kir ku ew bawer dike ku birayê wî bêsûc e, lê ger sûcê wî hebe divê cezayê xwe bikşîne.

Kara daxuyand ku bo pêvajoya dadî ya birayê wî bi awayekî bêalî bê meşandin û teşkilata AKPê ti zerarê nebine ew dev ji peywira xwe berdide.


Bi heman mijarî:

Li Ewlehiya Stenbolê li dijî FETOyê operasyon
Wezareta Karên Derve di derbarê FETOyê de agahî dan nûnerên navneteweyî
Li Amedê operasyona FETOyê: 2 Cîgirên Walî û Qeymeqamek hatin girtin
Li Serokwezîriyê operasyona FETOyê: 18 kes hatin desteserkirin
Li Zanîngeha Stenbolê operasyona FETOyê: 44 akademîsyen hatin desteserkirin
Li dijî karsazên nêzî FETOyê operasyon: 187 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
polîtka tirk, serokê akpyî, şîran, feto, akp, abdullah kara, bekîr kara, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de