14:55 24 Çile 2018
Zindî
    Êrişa xwekujÎ ya Dîlokê

    ‘Êrîşa Entabê dibe ku nîşaneya peymana Tirkiyê û DAIŞê be'

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî êrîşa xwekujî ya li Entabê ku 54 kesan jiyana xwe ji dest dabû ji Zanîngeha Exeterê pisporê tevgera kurd Jordi Tejel ji Sputnikê re axivî îdiayek balkêş avêt holê.

    Navenda Nûçeyan — Li Entabê li navçeya Şahinbeyê di şeva hina malbateke kurd de êrîşek xwekujî pêk hatibû û di encamê de 29 jê zarok 54 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî teqînê diyar kiribû ku zanyariyên pêşîn DAIŞê nîşan dide.

    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê ye
    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Lêkolînerê Enstituya Lêkolînên Islamî ji Zanîngeha Exeterê Jordi Tejel got ku êrîş dibe nîşaneyek peymana di navbera Tirkiyê û DAIŞê de be.

    Tejel diyar kir ku nabe mirov êrîşa Entabê ji yên din cuda binirxîne ku di serî de li Tirkiyê û Sûriyê, li welatên herêmê pêk hatine. Tejel wiha got: "Ji ber ku li hêlekê ev êrîş heye li hêla din pêşketinên di demên dawî de li Minbicê hene ku ji hêla hêzên kurd ên ji bo El Bab û Cerablusê ketine nava tevgerê, hatiye bidest xistin."

    Tejel diyar kir ku Tirkiye û DAIŞ niha bihev re dixebitin û wiha nirxind: "Tirkiye, karê DAIŞê hêsan dike."

    Bi heman mijarî:

    Li Dîlokê li dijî Kiliçdaroglû nerazîbûn hat nîşandan
    Dayîka zavayê teqîna Dîlokê: "Min xwekuj dît, ne zarok bû"
    KENYê êrişa terorî ya Dîlokê şermezar kir
    Koordînasyona Ciwanên PDK-Bakur êrîşa Dîlokê şermezar kir
    Îsraîlê ji bo Dîlokê nameyeke sersaxiyê ji Erdogan re şand
    Nasnameyên qurbaniyên komkujiya Dîlokê diyar bûn
    Etîketan:
    Enstituya Lêkolînên Islamî ji Zanîngeha Exeterê, DAIŞ, Recep Tayyip Erdogan, Jordi Tejel, El Bab, Cerablus, Minbic, Dîlok, Entab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de