15:45 23 Gulan 2018
    Hesen Rûhanî

    Gelo moşekên Bavar-373 yên Îranê reqîbên S-300 ên rûsî ne

    © REUTERS / President.ir
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hata ragihandin ku pergala parastina moşekên Bavar-373 ên îranî ku hefteya borî da nasîn bersiva moşekên S-300 ên Rûsyayê ne.

    Nava Nûçeyan - Hata ragihandin ku pergala parastina moşekên Bavar-373 ên îranî ku hefteya borî da nasîn bersiva moşekên S-300 ên Rûsyayê ne. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî hefteya borî serdana baregehê kiribû û moşeka Bavar-373 bi çapemeniyê dabû nasîn û çapemeniya Tehranê jî pergala parastina moşeka Bavar-373 wekî reqîbê moşeka S-300 a rûsî dabûn nişandan.

    Îran dixwaze pişesaziya xwe ya parastinî serbixwe bike

    Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îranê Mahmud Şûrî di nirxandina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku ji hêla teknolojiyê ve herdu pergal pir zêde ne dûrî hev in. Di vir de xala herî girîng ev e, Tehran dixwaze vê pergalê bi pêş bixe û hewceyiya xwe ya derve bixwedîne, yanî ji hela stratejîk ve dixwaze pişesaziya xwe serbixwe bike.

    Peymana Îranê bi Rûsyayê re he jî li meriyete ye

    Mahmud Şûrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "İran dixwaze hêdî hêdî pişesaziya xwe ya parastina neteweyî bi pêş bixe û li gorî xwestekên demê nûjen bike, helbet div ê rewşê de jî pêwistiya wê bi teknolojî û fikrên biyanî heye. Lewma Tehranê bi Moskovayê re peymana pergala moşekan îmze kir."

    Bi heman mijarî:

    Ji Îranê bo Enqereyê serdaneke suprîz
    Li Îranê cezayê darvekirinê li ser 4 hezar û 500 kesan e
    Rûsya: "Balafirên me yên Îranê wezîfeya xwe qedandin"
    Wezîrê Îranê rexne li Rûsyayê girt
    Mesûd Barzanî wê serdana Îranê bike
    Etîketan:
    Moşekên Bavar-373 ên Îranê, Pergala parastina moşekên S-400î, Mahmud Şûrî, Hesen Ruhanî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de