10:43 26 Gulan 2018
Şêwirmendê Serokê Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê  Hisên Emîr Ebdulahiyan

Îran: Me çima piştgiriya Esadî kiribe, me ji ber heman sedemê piştgiriya Erdoganî kir

© Sputnik / Ruslan Krivobok
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Şêwirmendê Serokê Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Elî Lacîranî, Hisên Emîr Ebdulahiyanî bi eşkereyî got ku Amerîka li dû hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê ye.

Navenda Nûçeyan — Ebdullahiyan bi Sputnikê re axivî û teqez kir ku ew bawer nake, haya Amerîkayê ji hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Temûzê tine be, û got ku hebûna balafirên Amerîkayê li baregeha Incirlikê ta ku destwerdanê di karên navxweyî yên Tirkiyeyê de bike, nayê qebûlkirin.

"ERDOGAN JÎ Û ESAD JÎ BI RÊYÊN MEŞRÛ HATIN BIJARTIN"

Rayedarê îranî diyar kir ku ji ber vê sedemê wan şerva 15ê Temûzê demildest piştgirî da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ku bi rêyên meşrû hatiye hilbijartin û wiha got: "Me çima piştgiriya Esadî(Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad) kiribe, me ji ber heman sedemê piştgiriya Erdoganî jî kir. Herdû serok bi rêyên meşrû hatine hilbijartin".

"JI BO SIYASETA ENQEREYÊ BI AWAYEKÎ HÊMANÎ BÊ GUHERTIN, PÊDIVÎ BI DEMÊ HEYE"

Ebdullahiyanî bi bîr anî ku Erdogan û hevkarên wî piştî hewldana derbeyê dest bi guhertina polîtîkaya derveyî kir ku gava pêşî jî ji Sûriyeyê hat avêtin û wiha got: "Lê dîsa jî divê em realist bin. Li gel serdana Erdoganî bo Rûsyayê û civîna wezîrên derve yên Îran û Tirkiyeyê jî, divê em bizanin ku ji bo siyaseta enqereyê dê bi awayekî hêmanî bê guhertin, pêdivî bi demê heye".

Herwiha Ebdullahiyanî diyar kir ku guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dê istiqrar û aştiyê bîne herêmê.

"ME NEHIŞT KIRÎZA SÛRIYEYÊ TEHDÊ LI TÊKILIYÊN ÎRAN Û ENQEREYÊ BIKE"

Ji aliyê din ve, Ebdullahiyanî teqez kir ku têkiliyên Tirkiye û Îranê xwedan taybetmendiyeke stratejîk in û got: "Gava krîza Sûriyeyê berî 5 salan dest pê kir, me bi Tirkiyeyê re hevkariyeke dîplomatik bi rê ve bir û em li ser bandora wê li têkiliyên stratejîk ên Tehran û Enqereyê rawestiyan û di nerîna min me ti gav neavêt ku tehdê li têkiliyên stratejîk bikin."

Herwiha rayedarê îranî diyar kir ku wan di van 5 salan de nehişt diyaloga dostane û jidil qut bibe.

Bi heman mijarî:

'Îran û Tirkiye dixwazin Herêma Kurdistanê perçe bibe'
Ilker Başbug: Hêzên rê li ber serxwebûna dewleteke kurdî digirin Tirkiye û Îran in
Îran: Em dixwazin têkiliyên Tirkiye bi Iraq û Rûsyayê re baş bibin
Îran: Tirkiye bi şandina leşkeran şaşitiyê dike
Seferên geştê yên di navbera Îran û Tirkiyeyê dest pê dikin
Îran: Em ji sebat, ewlehî û yekîtiya Tirkiyeyê biguman in
Kurdistanê bangî Îran û Tirkiyeyê kir: "Êrişên xwe yên ser herêmê rawestînin"
Îran, firotina berhemên Tirkiyeyê qedexe kir
Etîketan:
têkiliyên^Tirkiye û Îranê, Hisên Emîr Ebdulahiyan, Erdogan, Beşar Esad, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de