17:48 20 Çile 2018
Zindî
    Sergey Markov

    ‘Divê kurd ji amerîkiyan dûr bisekinin'

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midûrê Enstutiya Lêkolînên siyasî yê Rûsyayê Sergey Markov diyar kir ku bi rawestîna şerê li Helebê wê gelek tişt zelal bibin û got: ‘Bi min min divê kurd ji amerîkiyan dûr bisekinin.'

    Navenda nûçeyan — Markov di axaftina xwe ya Spûtnîkê de  diyar kir ku dibe ku Esed bo demekê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji xwe re bike muhatab lê ev yek wê bo demekê be.
    Markov eşkere kir ku ev yek tê wateya ku Tirkiye bi Rûsya û Îranê re nava hevkariyeke mezin de ye. Ev hevkarî wê bibe sedema aştiya Sûriyeyê û bi saya vê yekê alîgirên Amerîkayê wê ji Sûriyeyê vekêşin.
    Herwiha hate destnîşankirin ku hikumeta tirk di mijara politikaya Sûriyeyê de nizane wê çi bike. Di vê çarçoveyê bi Îranê hevdîtinan pêk tîne.
    Hate gotin ku dema şerê li Helebê raweste wê gelek tişt biguherin û dibe ku komên li Helebê bo demekê agirbestê ragihînin û li hev bikin.

    TIRKIYE WÊ DÎSA LI DIJÎ AVABÛNA DEWLETA KURDAN YA LI SÛRIYEYÊ BE

    Markov di dewamiya axaftina xwe de amaje kir ku Tirkiye naxwaze ku li ser axa Tirkiyeyê dewlete kurdan bê avakirin. Lewma jî bo ev yek pêk neye çi ji dest bê wê bike. Bi min ger kurd bixwazin ku Rejîma Sûriyeyê bêhtir rêza wan bigre divê xwe ji amerîkiyan vekşînin û ji wan dûr bisekinin.

     

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Tirkiyeyê: Rûsya û Tirkiye di pirsa kurd de ne wek hev difikirin
    Amerîka û Rûsya nêzîkî hev dibin; pêwendiya hevpar jî kurd in
    Lavrov: Almanya û Rûsya dixwazin Kurd li Cenevreyê bin
    Rûsya: Divê kurd û Artêşa Azad jî tevlî hevdîtinên Sûriyeyê bibin
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Etîketan:
    amerîkî, dilnexwaziya tirkan, şer, dewleta kurd ya li sûriyeyê, gelê kurd, Sergey Markov, rojava, îran, rûsya, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de