13:14 24 Gulan 2018
    Teqîn - dîlok

    Li Dîlokê li dijî Kiliçdaroglû nerazîbûn hat nîşandan

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Dîlokê li hemberî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû yê ku dema serdana konê şînê yê ji bo kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan hat vedan de kir, nerazîbûn hat nîşandan.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Giştî yê CHPê û şanda bi wî re îro çûn Dilokê û li wir serdana konê şînê yê ji bo kesên ku di êrîşa xwekujiyê ya li dijî şahiya Kurdan de jiyana xwe ji dest dan, kirin. Li gorî agahiyan Kiliçdaroglû û şanda bi wî re gava ku ji Komeleya Perwariyan derketin ji aliyê gel ve rastî nerazîbûn û bertekan hatin û gelê li vir ew şermezar kirin.

    Li gorî agahiyên ajansa DÎHAyê girseya li wir bi berzkirina dirûşmeyên wekî "şehîd namirin", "ey şehîd xwîna te li erde namîne" û "bijî Serok Apo" li dijî Kiliçdaroglû û şanda bi wî re bertek nişandan. Hat diyar kirin ku piştî bertek û nerazîbûnên welatiyan Kiliçdaroglû wê li Muzeya Zeûgma ya Mozaîkê daxuyaniyekê bide.

    Bi heman mijarî:

    Dayîka zavayê teqîna Dîlokê: "Min xwekuj dît, ne zarok bû"
    KENYê êrişa terorî ya Dîlokê şermezar kir
    Koordînasyona Ciwanên PDK-Bakur êrîşa Dîlokê şermezar kir
    Di teqîna Dîlokê de zarokekî sûriyî jî jiyana xwe ji dest da
    CÎK û AKEE komkujiya Dîlokê şermezar kirin
    Etîketan:
    şand, welatî, konê şînê, nîşandan, nerazîbûn, Komeleya Perweriyan, Serokê Giştî yê CHPê, ajansa DÎHAyê, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de