00:56 18 Çile 2018
Zindî
    Muhbet Akdogan

    Dayîka zavayê teqîna Dîlokê: "Min xwekuj dît, ne zarok bû"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dayîka zavayê teqîna bajarê Dîlokê Nurettin Akdogan ku niha li nexweşxanêye Muhbet Akdogan ragihand ku min xwekuj dît, ne zarok bû.

    Dîlok - Dayîka zavayê teqîna bajarê Dîlokê Nurettin Akdogan ku niha li nexweşxanêye Muhbet Akdogan di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku min xwekuj dît, wekî kut ê gotin ne zarok bû. Piştî ku min xwekuj dît û kire qêrîn xwekuj bombeya ser xwe teqand.

    Dayîka zava Muhbet Akdogan di axaftina xwe de got: "Dema ku me amadehiya merasîma henê dikir min xwekuj dît, wekî ku dibêjin ew ne zarokek bû. Piştî ku min xwekuj dît û kire hawar û qêrîn xwekuj bombeya ser xwe teqand. Xwekuj kesekî ciwan bû."

    Dilê min diêşe

    Muhbet Akdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dilê min diêşe, em perişan bûn û karesateke mezin hate serê malbatê. Berî teqînê ez li xwuşka xwe digeriyam û wê qêliyê min kesekî ku êlekê bombeyan li ser bû dît û min kire qêrîn û hawar. Min ji derdora xwe re got xwekuj di nav me de ye, piştî ku xwekuj dengê min bihîst kete nava qelebalixê û xwe teqand. Piştî teqînê cihê bûyerê bû wekî golanê xwînê û li her dere perçeyên cesedan hebûn. Ez jî birîndar bûme û min çavê xwe li nexweşxaneyê vekir. Ji malbatê gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn."

    Bi heman mijarî:

    KENYê êrişa terorî ya Dîlokê şermezar kir
    Koordînasyona Ciwanên PDK-Bakur êrîşa Dîlokê şermezar kir
    Îsraîlê ji bo Dîlokê nameyeke sersaxiyê ji Erdogan re şand
    Nasnameyên qurbaniyên komkujiya Dîlokê diyar bûn
    Di teqîna Dîlokê de zarokekî sûriyî jî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Êrişa rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Dîlokê, Dayîka zavayê teqîna Dîlokê, Nurettin Akdogan, Muhbet Akdogan, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de