06:24 20 Çile 2018
Zindî
    Meral Daniş Beştaş

    Dadgehê îdîanameya Beştaşa HDPeyî qebûl kir

    © Foto: AA/ Okan Öze
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dozgeriya Komarî ya Edeneyê, îdîanameyeke ku derheqê Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş de amade kiribû ji terefê dadgehê ve hat qebûlkirin.

    Edene — Li gorî zanyariyên berdest, Dozgeriya Komarî ya Edeneyê, îdîanameya derheqê Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş ku ji bo kesên di teqîna 14ê Cotmeha 2015an a garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Edeneyê çalakiya rûniştinê kirin lêpirsîn dabû destpêkirin û bi daxwaza cezakirina 2 salan îdîanameyek amade kiribû.

    Dozgeriyê derheqê Beştaş de bi tohmeta ku ‘Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye' îdîanameyek amade kiribû û ji bo qebûlkirinê şandibû Dadgeha Cezaya Eslî ya 21emîn.

    Di îdîanameyê de ji bo ku navnîşan Amed xuya dike dozgeriya Edeneyê ji bo Beştaş bi dîrektîfê îfadeyê bide nivîsek ji Serdozgeriya Komarî ya Amedê re şandibû, teblîxata dozgeriyê ji terefê hevserê Beştaş Murat Beştaş ve hatiyû wergirtin û lewma ji bo dana îfadeyê neçûye ofîsa dozgeriyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya HDPê ya Îmraliyê: Divê cidî nêzîkî bangewaziya KCKê bibin
    Li Hatayê 4 endamên HDPê hatin girtin
    Avahiya HDPê ya Elazîzê rastî êrişê hat
    HDPê li ser teqînên Wan û Elezîzê daxuyanî da
    Daxwaza HDPê ya lêpirsîna bûyera Serêkaniyê nehate qebûlkirin
    Etîketan:
    Dadgeha Cezaya Eslî ya 21emîn, Serdozgeriya Komarî ya Edeneyê, parlamentera HDPê, Murat Beştaş, Meral Daniş Beştaş, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de