10:53 28 Gulan 2018
Şer - pevçûn - bajarên kurdan - operasyon - qedexe

BANG - Rewşenbîr û karsazên Kurd ji dewlet û PKKê gotin...

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Nûnerên saziyên sivîl, akademîsyen, parêzer, karsaz û aktivîst jî di nav de 61 Kurd daxuyaniyeke hevpar belav kir û di daxuyaniyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û diyalogê bang li dewlet û hikumeta Tirk û partiyên siyasî kirin.

Teqîn-Amed
© Sputnik / Omer Faruk Baran
Navenda Nûçeyan — Serokê Lijneya Rêveberî ya TURK-KONFEDê Tarkan Kadoglû, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Baroya Şirnexê Nûrşîrevan Elçî, Serokê DOGUNSÎFEDê Şahîsmaîl Bedirxanoglû, hevsera Tahir Elçî Tûrkan Elçî, akademîsyenên wek Mucahît Bîlîcî û Mesût Yegen jî di nav de 61 kesên parêzer, karsaz, rûspî, akademîsyen û siyasetmedar belavokek îmze kirin û di belavokê de daxuyandin ku "têdivê were dîtin ku têkbirina hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, ji bo avakirina bingeha siyaseteke demokratîk derfeteke mezin peyda kiriye."

Kesên ku îmze dan di vê çarçoveyê de di belavokê de dest nîşan kirin ku "di serî de Serokomar, em bang li serokwezîr, serokên mixalîf, meclis û hemû sazî û kesên xwedî berpirsyar dikin ku bila ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalog û hevkariyê xurt bikin."

Rewşenbîr, karsaz û rûspiyên Kurd di heman belavokê de bang li PKKê jî kirin û gotin "her mirin me ji çareseriyê hîn bi dûr dixe. Em tundiyê bi tevahî û bi her awayî red dikin. Di vê çarçoveyê de em bang li PKKê dikin ku bila rê û rêbazên tundiyê biterikîne û tavilê dev ji çalakiyên xwe tundrew berde."

Di dawiya belavokê de hat diyar kirin ku ew ji bo piştigriya hemû hewldanên çareseriya aştiyane amade ne.

Kesên ku îmze avêtin ev in:

Abdulbaki ERDOGMUŞ
Abdullah ALAKUŞ
Abdurrahim AY
Ahmet GUNEŞTEKİN
Ahmet OZMEN
Ahmet SAYAR
Ahmet SEVİM
Alaattin EPOZDEMİR
Ali ARTUK
Alican EBEDİNOGLU
Bayram AYAZ
Bedrettin KARABOGA
Çelebi ARAZ
Ekrem BİLEK
Emin AKTAR
Emine Filiz BEDİRHANOGLU
Engin YEŞİL
Enis GUL
Erkan AZİZOGLU
Fazıl Husnu ERDEM
Fehim IŞIK
Ferda CEMİLOGLU
Feridun TAŞ
Heşyar HAŞİMOGLU
Hikmet DELEBE
Hüseyin KALKAN
İbrahim ŞAHİN
M. Rauf ÇİÇEK
M. Kemal BİLİM
Mehmet Cemal ACAR
Mehmet KAYA
Mehmet VURAL
Mesut OZTURK
Mesut YEGEN
Murat TİMUR
Mücahit BİLİCİ
Naif BEZVAN
Nasır DUYAN
Nazım EKİNCİ
Necdet İPEKYUZ
Necdet TAKVA
Nuşirevan ELÇİ
Osman GELİŞ
Raif TURK
Reyhan AKTAR
Rojbin TUGAN
Sabahattin KORKMAZ
Salih YILDIRIM
Savaş TANIŞ
Selahattin ÇOBAN
Serdar IŞIK
Seyfettin KIZILKAN
Suleyman ÇAGLI
Şah İsmail BEDİRHANOGLU
Talat İNANÇ
Tarık Ziya EKİNCİ
Tarkan KADOGLU
Turkan ELÇİ
Vahap ÇOŞKUN
Zeki TUTAL
Zozan OZGOKÇE

Bi heman mijarî:

Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim: Em li Sûriyeyê rêveberiyeke Kurd qebûl nakin
Osman Baydemir: ‘Navê vî pirsgirekê kurd û Kurdistane
Mihraç Ûral: Divê neteweya kurd dewleta xwe ava bike
Demirtaş: Derdê AKPê bi gelê kurd re ye
Cemîl Bayik: Divê kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin
Etîketan:
belavok, bang, daxuyanî, Serokomarê Tirkiyeyê, PKK, Nûrşîrevan Elçî, Tarkan Kadoglû, Mucahit Bilici, şahîsmaîl bedîrhanoglu, Turkan Elçî, Ahmet Ozmen, Mesut Yegen, Tahir Elçî, Şirnex, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de