08:43 28 Gulan 2018
Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê ye

'Meseleya Sûriyeyê ber bi dawî ve tê'

© AFP 2018 / Bülent Kılıç
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Serkonsolosê berê yê ê Tirkiyê li Erbîlê Aydin Selcen ji bo şerê Sûriyê dibêje ku êdî ber bi dawiyê ve tê û Tirkiye jî li gorî vê rewşê tevdigere. Li gorî Selcen ji ber vê rewşê Tirkiyê dixwaze tiştekî nêzîkî xwesteka xwe li wir derkeve holê û li gorî wê jî gavan diavêje. Selcen pêşketinên li derdora Minbic û Cerablusê jî bi vê ve girêdayî dibîne.

Ferid Demirel

Navenda Nûçeyan — Hikûmeta AKPê piştî ku bi Rûsyayê re têkiliyên xwe careke din danî, li Sûriyê ji bo ku li qadê çalaktir be gavan diavêje. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û hin rayedarên din ên hikûmetê, serdana Moskovayê kirin û pişt ra Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li St. Petersburgê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin pêk anî ku ev hevdîtin piştî xistina balafira şer a rûsî ji hêla balafirên şer ên Tirkiyê ve hevdîtina di asta herî bilind de bû. Piştî wê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî serdana Enqere kir û Mevlut Çavuşoglu jî beriya ku biçe Hindistanê li Îranê hin hevdîtin pêk anî. Herwiha ev demeke di çapemeniyê de behsa hevdîtinên nepenî yên hikûmeta AKPê û rejîma Beşar Esad tê kirin. Trafîka dîplomatîk li qadê, li Sûriyê jî dengvedana xwe dide û çend rojên dawî li Cerablûs û Minbicê hin pêşketin çêdibin. Leşkerên tirk duh top û moşek avêtin Cerablus û Minbicê û tê gotin ku hin komên çekdar ên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike wê bikevin Cerablûsê.

‘TIRKIYE DIXWAZE REWŞEKE NÊZÎKÎ DAXWAZA XWE DERKEVE HOLÊ'

Serkonsolosê berê yê Tirkiyê li Erbîlê Aydin Selcen vê rewşê weke amadekariyên guhertina polîtîkayê dibini. Hevdîtinên di navbera Tirkiyê, Rûsya, Îran û Sûriyê de weke tevgera peymana derbarê dahatûya Sûriyê de tê nirxandin. Selcen dibêje ku li Sûriyê êdî ber bi dawiyê ve tên û wiha dinirxîne: "Tirkiye jî dibîne ku ber bi perdeya dawî ya lîstiyê ve tê. Dibe ku ji bo qada şer a ku bi deh hezaran, bi sed hezaran kes mirine mirov nebêje lîstok lê ji bo ku baş bê famkirin ez dibêjim. Lê Tirkiye dizane ku li wir her tiştê dixwaze wê pêk neyê. Dîsa jî dixwaze rewşeke nêzîkî daxwaza wê derkeve holê û li gorî wê gavan diavêje. Ez vî tiştî jî wisa fam dikim ku weke li Iraqê, li Sûriyê jî hevgirtina xakê û yekîtiya netewî xirab nebe."

‘LI SÛRIYÊ NE MIMKUN E KU LIHEVKIRINA BI HERKESÎ RE ÇÊBIBE'

Aydin Selcen dibêje ku di navbera tiştên Tirkiyê dixwaze û rewşa qadê û pozisyona hêzên navdewletî de nakokî nîne. Selcen behsa serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ya Enqerê, îlankirina Federasyona Bakûrê Sûriyê ya ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve (HSD) ku ne li gorî esasê etnîkî û destjêberdana ji daxwaza serxwebûnê ya PKKê bibîr dixîne û diyar dike ku DYA û Rûsya jî naxwazin Sûriye parçe bibe. Li gorî Selcen dibe ku di asta herî kêm de lihevkirinek çêbibe lê di vir de ji bo çarenûsa Esad û cîhadîstan pirs hene. Yanî Aydin Selcen dibêje "Li Sûriyê ne mimkun e ku lihevkirinek bi herkesi re çêbibe û encamek li gorî vê derkeve."

‘TIRKIYE NAXWAZE KU TEVAHIYA SÎNORÊ SÛRIYÊ BIKEVE BIN KONTROLA PKKÊ'

Di rewşeke ku ti kes naxwaze Sûriye parçe bibe de, derbarê destwerdana Tirkiyê ya din ava Sûriyê ya bi hinceta ku ‘parastina hevgirtina xaka Sûriyê' dike de, Aydin Selcen pêşî têkiliya PKK û PYDê tîne ziman û wiha dibêje: "Em bi awayekî vekirî bibêjin, Tirkiye dibêje ku, Hatay ne di nav de, ‘Tevahiya sînorê Sûriyê bikeve destê PKKê, li hemberî berjewendiyên min ên netewî ne'. Dema ku vê dibêje weke ku tirk û kurd li hemberî hev in, dijmin in. Ev gotin şaş in. Li gorî min, bi civaka xizm a kurd re li ser hîmekî mantiqî û li gorî berjewendiyên her du aliyan, çareseriyek di encama lihevkirinekê de mimkun e ku xwe bi kîjan siyasetê îfade dikin bila bikin. Û heke ku çareserî pêk were wê bibe sedem ku Tirkiyê setekê bixe navbera xwe û DAIŞê. Ev tişt jî wê bandorekê li ser ewlekariya netewî bike. Li vir aramiya me ya hundirîn, aştiya me ya hundirîn û siyaseta me ya derve ya li Iraqê û li Sûriyê bi hev ve gîrêdayî ne."

Bi heman mijarî:

Sûriye: Tirkiye bila Îran û Rûsyayê guhdar bike
Qesra Spî: Rûsya stratejiya xwe ya li Sûriyayê divê biguherîne
Çavuşoglu ji Sputnîkê re: Rûsya û Îran jî wek me, bi yekîtiya axa Sûriyeyê re ne
Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim: Em li Sûriyeyê rêveberiyeke Kurd qebûl nakin
"Erdogan dê bi Esadî re li hev bê"
Etîketan:
HSD, Serokatiya Herêma Kurdistanê, PKK, PYD, DAIŞ, Cewad Zarîfî, Aydin Selcen, Binali Yildirim, Mevlut Çavuşoglu, Mesud Barzanî, Beşar Esad, Vladimir Putin, Recep Tayyip Erdogan, Cerablus, Moskova, Hatay, Minbic, Sûriye, Iraq, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de