04:48 23 Çile 2018
Zindî
    Bedlîs - operasyon - teqîn - şer -

    Li Qilebanê teqîn: 2 leşker hatin kuştin

    © Foto: AA Yunus Okur
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Qilebana Şirnexê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat, li gorî zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin.

    Şirnex - Li navçeya Qilebana Şirnexê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn pêk hat, li gorî zanyariyên destpêkê 2 leşker hatin kuştin.

    Hat ragihandin ku li navçeya Qilebana Şirnexê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de bombeya ku berê hatibû binerd kirin ji dûrahî ve hat teqandin, di encama teqînê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan.

    Bûyera teqîna navçeya Qilebanê li herêma gundê Andaçê li ser rêya baregeha leşkerî qewimî, di teqînê de yek jê serpêl du leşkeran jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê gelek hêzên ewlehî û ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî teqînê li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Şemzînanê teqîn: 3 leşker birîndar bûn!
    Li Rihayê dema derbasbûna wesayeta polêsan teqîn: Polêsekî jiyana xwe ji dest da
    Li Dîlokê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene!
    Li Wanê di dema derbasbûna wesayita leşkerî teqîn: Sivîlê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Li Kurdistanê teqîn: 2 birayan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Li navçeya Qilebanê teqîn, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de