02:41 19 Çile 2018
Zindî
    Sîpan Seyda

    Lêkolîner Sîpan Seyda: Divê ENKS û PYD li dijî rejimê bibin yek!

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lêkolîner Sîpan Seyda, geşedanên nû yên li Sûriyeyêyê û şerê rejimê û YPGê şîrove kirin. Seyday^, tekez dike ku divê PYD li xwe vegere û li gel ENKSê li dijî rejima Esad raweste.

    Navenda Nûçeyan — Lêkolîner Sîpan Seyda, geşedanên nû yên li Sûriyê û şerê rejimê û YPGê ji BasNûçeyê re şîrove kirin. Seydayî da zanîn ku eger PYD xwe nêzîkî bereya niştimanî bike dê DYA û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştevanî û alîkariyeke zêdetir bikin.

    PYD
    © AFP 2018/ JACQUES DEMARTHON
    Lêkolînerê kurd li ser hevsengiya nû û îdiayên hevdîtinên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de wiha diaxive: Rejîma Sûriye têkiliyên xwe li gel hikûmeta Tirkiye, Îranê û Rûsya nû çêkirin. Bi razîkirina dewleta Tirkiyeyê wê alîkariyê li ser opozîsyona Sûriye bigirin. Ji bo dest ji piştgiriya opozîsyona Sûriyeyê berde. Di wan danûstendina de mercên wan hene, di wan hevpeymana rewşa kurdan li bakûrê Sûriyê divê wek wan 5 salên borî nemîne. Diyar e ku aciziyek çêbûye dixwazin rewşa kurdan têk bidin. Ew şerê aniha yê li Hesekê vê carê ne wek şerê cara din e.ihtimal heye ku berdewam bike. İhtimal heye heta çend mehan dewam bike û rejîmê dest bi şer û êrişan kiriye. Pêwîstiya rejimê bi rêxistina PYDê ya çekdarî nemaye."

    "DERBASBÛN BI BIRYARA AMERÎKAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE"

    Herwiha Seyda derbara ihtiala belavbûna şerê herdû aliyên bo deverên din ên kurdî de wiha dibêje: "Ez bawer dikim şer zû bi zû pê nekeve. Navbera wan ne xweş bûye û ew girêdayî têkiliya rejîma Sûriyeyê ku bi rejîma Tirkiyeyê re nû çêbûne. Niha hevdîtinan pêk tînîn li Cezayîrê bi serpereştiya Rûsya û Îranê û ez bawer dikim têkiliya Îranê ya bi PKKre re bi giştî bê guhertin."
    Ji aliyekî din ve, Seyda li ser ENKSê û helwesta wê ya siyasî wiha dibêje: ENKS wek helwesta wan ya siyasî û polîtîkî baş e, nêrîna wan, xwendina wan baş e. Lê meseleya derbasbûna ser erdê, helwesta şer bikin, meseleya derbasbûna Pêşmerge û hevpeymanê bikin li gel hêzên YPG û PYDê di baweriya min de ew girêdayî biryara Amerîka û alîkariya Hikûmeta Kurdistanê ye. Ez bawer dikim eger kurdên Rojava bibin yek wê Hikûmeta Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî alîkariyeke mezin bidin wan."

    "EGER ŞER BERDEWAM BIKE, EW Ê MECBÛR BIN…"

    Eger ew şerê Hesekê ku berdewam be, bêguman wê têkîliyên xwe mecbûr veke. Eger veneke ji Başûrê Kurdistanê re û wê meseleya şer bi rojan û hefteyan namîne. Herêma ku tê de bakurê wê bi tevahî Tirkiyeye û zane meseleya Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Dêrikê, danûstendine wê dê nêzik bibin. Rejîma Sûriye şerê wan bike tundî yan germî di wan heftiyê bê de yan di wan dû meh sê mehên ku tê de li Kurdistanê vegerin. Li Başûrê Kurdistanê heta tenazûlê jî bikin ew ê mercên Hewlêrê, qebûl bikin."

    "AMERÎKA PIŞTA PYDÊ BIGIRE, HEWLDANA ESAD, ÎRAN Û TIRKIYEYÊ DÊ BIŞKE"

    Lêkolînêrê kurd derbarê partiyên din de wiha dewam dike: Partiyên Kurdistanî ên Rojava û Pêşmergeyên Rojava jî derbas bin. Ez bawer dikim ku PYD heta niha hişk e ji ber ku têkiliyên wî li gel rejîmê û Îranê gelekî bi hêz in. Bes niha eger ew têkiliyên wan bişkên an nemînin PYD wê vegere wek partiyek normal bibe. Tû hêzek wê yê mezin tune îro mesele di ragihandina wan de hêza ku heye yan rejîmê ye. Di wir de ez bawer dikim ku li xwe veger û li millete xwe vegere. ihtimaleke din jî heye mesele belkî PYD wek ku dibêjin belkî rejîm wan derxe û bikişînîn Qendîlê û heta jî Sûriyê bi tevahî derkevin. Bi hikûmeta Kurdistanê re bikevin tîfaqekê. Ez bawer nakim ku wisa bibe ez bawer dikim PYD wek ku dibêjin meşrû heqên wan hebûn li Sûriyeyê, sozên wan hebûn li cem hikûmetê, sozên mezin dabûn hev. Bawer dikim rejîm eger li wan û derevan bikin wê problem çêbibin di nav wan de. Ji ber rejîma Sûriyê jî ji ber ku 6 sal in şer didome hêz nemaye. Wek ku îro behsa hêza rejîmê dikin kêm maye hêza wê kêm maye, leşkerên wê kêm bûne. Ew hewldanên Hikûmeta Kurdistanê û Amerîka pişta PYDê bigrin yan pişta kurdên Rojava bigrin ez bawer dikim hewldana Esad, Îran û Tirkiyê wê bê şikandin. "

    Bi heman mijarî:

    Şer û pevçûnên Hesekê bênavber didome, YPGê çend nûqteyên stratejÎk bi dest xist
    Artêşa Sûriyeyê li Hesekê operasyonên xwe yên hewayî didomîne
    Di şerê Hesekê de bi dehan leşker hatin girtin
    YPGê li Hesekê hin dibistan û ambarek genim kir bin kontrola xwe
    Şerê Hesekê dîsa dest pê kir
    Parêzgarê Hesekê ji YPGê re: Vegerin maseyê
    YPGê ji bo Hesekê daxuyaniyeke duyem da
    Etîketan:
    Têkiliyên PYD û ENKSê, şerê hesekê, Sîpan Seyda, Kurdistan, Rojava, Tirkiye, Îran, Sûriye, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de