02:03 21 Çile 2018
Zindî
    Operasyon - artêşa tirk - leşkerên tirk - şer - pevçûn - leşker

    Li Şemzînanê teqîn: 3 leşker birîndar bûn!

    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînanê ya Colemergê dema derbasbûyîna wesayîta leşkerî de teqînek çebû û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

    Colemêrg - Hat ragihandin ku 70 kîlometreyê dûrî navenda navçeya Şemzînanê ya Colemêrg, li herêma Yeşilovayê ya girêdayî bajaorkê Rûbarokê saet 11:00 di dema derbasbûna navgîneke leşkerî teqînek pêk hat.

    Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, di encama teqemeniyeke li qeraxa rê bicihkirî de, 3 leşker birîndar bûne.

    LI WANÊ LEŞKEREK BIRÎNDAR

    Ji aliyê din ve, şervanên PKKê bi moşekan û çekên lûledirêj êrîşî qereqola dendirmeyan a li taxa Yukari Narlicayê ya navçeya Şaxê ya Wan kiriye. Di encama êrîşê de leşkerek birîndar bû.

    Bi heman mijarî:

    Li Silopiyayê êrîş
    Li Serdeştê êrîş li navenda polîsan hat kirin
    Li Bêdlisê li dijî konvoya leşkerî êrîş: Serbazekî jiyana xwe ji dest da
    Li Colemêrgê êrîş: 2 kuştî û 6 birîndar
    Li Amedê PKKê êrîş kir
    Li Farqînê li hemberî leşkeran êrîş pêk hat: Leşkerek hate kuştin
    Etîketan:
    birîndar, teqîn, êrîş, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Şax, Wan, Yeşilova, Rûbarok, Colemêrg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de