14:54 24 Çile 2018
Zindî
    Huseyin Cabir Ensarî

    Ji Îranê bo Enqereyê serdaneke suprîz

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Cabirî Ensarî ji bo mijara nirxandina herêmê gihîşt Tirkiyeyê.

    Enqere — Hat ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Huseyin Cabirî Ensarî ji bo mijara nirxandina herêmê gihîşt Tirkiyeyê.

    Li gorî nûçeya ajansa nîv fermî IRNAya Îranê, piştî serdana Huseyin Cabirî Ensarî di demeke nêzîk de wê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî serdana Tirkiyeyê bike.

    Trafîka hevdîtin a Enqereyê dagirtiye

    Di van rojên dawî de trafîka serdanên Enqereyê pir dagirtiye. Enqere îro ji xeyrî Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Ensarî wê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bike. Li gorî pêşbîniyan Barzanî piştî Enqereyê dibe serdana Îranê jî bike, lê dîroka serdanê hê nediyar e.

    Her wiha ji xeyrî van, heyata Amerîkayê ku wê mijara îadekirina Fethullah Gulen biaxivin duhî şevê din gihîştibû Enqere û îro bi rayedarên Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan kiribûn. Wekî din sibê jî Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden diçe Enqereyê, duhî jî Fermandarê Hêzên Mûtefiq ê Ewropayê yê NATOyê Curtis Scaparrotti bi Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Hulusi Akar re hevdîtinek pêk anî bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê cezayê darvekirinê li ser 4 hezar û 500 kesan e
    Rûsya: "Balafirên me yên Îranê wezîfeya xwe qedandin"
    Wezîrê Îranê rexne li Rûsyayê girt
    Mesûd Barzanî wê serdana Îranê bike
    Çavuşoglu bi awayekî veşartî serdana Îranê kiriye
    Etîketan:
    Trafîka hevdîtinên li Enqereyê, Serokê Parlamentoya Îranê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Jeo Biden, Mesûd Barzanî, Huseyin Caberî Ensarî, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de