19:10 22 Çile 2018
Zindî
    ebûbekîr Şekaû - Ebûbekîr şakau

    Artêşa Nîjeryayê ji hewayê êrişî Boko Haramê kir: Serok Şekaû birîndar ket

    © Foto: twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Di encama êrişa hewayî ya Artêşa Nîjeryayê ya li hember Boko Haramê de 300 milîtan hatin kuştin. Hat zanîn di encama êrişan de serokê Boko Haramê Ebûbekîr Şekaû jî bi awayekî giran birîndar bûye.

    Bono — Artêşa Nîjeryayê, ji hewayê êrişî ser milîtanên Boko Haramê yên ku li bajarê Bonoyê bo nimêja îniyê hatibûn ba hev kir ku di encamê de 300 miltan hatin kuştin û serokê wan jî bi awayekî giran birîndar bû.

    DEMA NIMÊJA ÎNIYÊ DE HATE ÊRIŞKIRIN

    Artêşa Nîjeryayê ragihand ku wan di dema nimêja îniyê ji hewayê êrişî ser milîtanan kirine û gelek fermandarên wan yên mîna Ebûbekir Mubî, Malam Nuhu, Malam Hamman jî kuştine.

    300 MILÎTAN HATIN KUŞTIN

    Serfermanadarê Hêzên Hewayê yê Nîjeryayê Sadik Ebûbekîr diyar ku di encama êrişên wan de 300 milîtanên Boko Haramê hatine kuştin. Ebûbekîr amaje kir ku opeasyonên wan di 16ê Tebaxê de heta niha bênavber didom in û ew bi ser dikevin.

    Boko Haram ji serê salên 200an û vir ve li seranserê Nîjeryayê êrişên gelek mezin pêk tîne lê ji sala par û vir de berê êrişên xwe bi welatên Çan, Kamerûn, Benîn û Nîjerê ve vekir.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Boko Haramê vîdeoya keçên Çibokê yên revandî belav kir
    DAIŞê serokê Boko Haramê ya nû eşkere kir
    Boko Haramê êrîş bir ser konvoya NYyê
    Etîketan:
    milîtan, êirşa ser gel, nimêja îniyê, rêxistin, boko haram, ebûbekîr şekaû, nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de