16:32 22 Gulan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê

    3 guleyên moşekan li bajarê Kilisê ketin

    © Foto : AA/ İzzet Mazi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku ji aliyê sînorê Sûriyeyê 3 guleyên moşekan li navenda bajarê Kilisê ketin.

    Kilis — Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê 3 moşek ji aliyê sînorê Sûriyeyê li navenda bajarê Kilisê ketin, her wiha artêşa jî qat bi qat bersiva wê da.

    Her wiha îro berê sibehê dîsa ji aliyê Sûriyeyê 2 guleyên hawanan li taxa Karşiyaka ya navçeya Karkamişa Dîlokê ketibûn û zirar dabû têlên eletrîkê.

    Li gorî daxuyaniya Hêza Çekdar a Tirkiyeyê îro saet derdora 11.45an 3 guleyên hawanan li taxa Mucahidê ketin û teqiyan. Li ser ihbara teqînê hêzên ewlehî, wesayîtên agirkuj û ambulans çûne cihê herêmê.

    Di encama ketina guleyên hawanan ên demên borî de herî kêm 21 hemwelatiyên Kilisi jiyana xwe ji dest dane.

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de