20:28 27 Gulan 2018
Efrîn û Şêx Meqsûd - Êriş - Operasyon - Berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk

Li Kantona Efrînê jî şerê YPGê û Artêşa Sûriyeyê dest pê kir

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku hêzên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Kantona Efrînê bi top û hawanan êrişî çeperên Artêşa Sûriyeyê kir û di encamê de leşkerên rejima Sûriyeyê birîndar bûne.

Efrîn - Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ku dispêrê çavkaniyên herêma Rojava, hêzên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Kantona Efrînê bi top û hawanan êrişî çeperên Artêşa Sûriyeyê yên Nubul û Zehrayê kir û di encamê de leşkerên rejima Sûriyeyê birîndar bûne. Her wiha piştî topbarana hêzên YPGê Artêşa Sûriyeyê jî bi top û hawanan bersiva daye û eniyên wan bombebaran kirine.
Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duhî rêya sereke ya Kastillo ku dikete herêma Helebê bi topbaranê xistê bin kontrola xwe.

Ji aliyê din ve piştî van nûçeyên ku YPGê rêya Kastillo kontrol kiriye û li Efrînê di navbera hêzên kurd û rejima Sûriyeyê de şer derketiye, ofîsa çapemenî ya YPGê daxuyaniyek belav kir û ev nûçey derewandin.

Bi heman mijarî:

Hejmara hêzên tirk yên li ser sînorê Efrînê zêde dibin
Komên terorîstan êrîşî 2 gundên Efrînê kirin
Li Kantona Efrînê Rewşa Awarte hat ragihandin
Gaveke din ber bi Efrînê ve: Meclisa Leşkerî ya Babê
Li Efrînê 65 polêsên din mezun bûn
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, YPG, Ajansa Anadoluyê (AA), Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de