09:05 21 Nîsan 2018
    Fethullah Gulen

    Heyeta Amerîkayê li Tirkiyeyê ye û ji bo îadekirina Gulen dest bi hevdîtinan kir

    © AP Photo / Selahattin Sevi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku heyeta Amerîkayê duhî şevê din gihîşte Enqereyê û bi rayedarên Tirkiyeyê re ji bo îadekirina Fethullah Gulen dest bi hevdîtinan kiriye.

    Enqere — Ji bo nirxandina îadeya Fethullah Gulen ji Wezareta Dadê 3 û ji Wezareta Derve ya Amerîkayê jî nûnerek ku bi tevahî ji 4 kesan pêk tê duhî şevê din gihîşte Enqereyê.

    Li gorî zanyariyên berdest, heyata amerîkî îro berê sibehê bi berpirsên Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî yên girêdayî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinê kiriye.

    Hevdîtina navbera heyeta Tirkiye û Amerîkayê wê du rojan bidome, burokratên tirk ji 4 dosyeyên nû derheqê Gulen de wê agahiyan bidin hemkarên xwe yên amerîkî. Her wiha ji xeyrî dana agahiyan berpirsên wezaretê belge û dokumanê derheqê hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ku Fethullah Gulen kordîne kiriye wê bi mûxatabên xwe yên amerîkî re par ve bikin.

    Bi heman mijarî:

    Di lêpirsîna FETO de ji bo 50 bijîşkan daxwaza girtinê
    HSYKê dadgerên ku 'meleyê FETO' serbest berdan, ji kar dûrxistin
    Îmamê dijîtal ê herêmî yê FETO hat girtin
    Îmamê FETO yê berê: "Arif Erdem 500 hezar dolar ji Gulen re birin"
    Li Sêrtê operasyona FETO: 336 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Îadekirina Fethullah Gulen, Heyeta Amerîka û Tirkiyeyê dest bi hevdîtinê kirin, Fethullah Gulen, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de