04:55 23 Çile 2018
Zindî
    Herêma ku guleya hawanê lê ket

    Dîsa guleyên hawanê li navçeya Karkamişê ketin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku îro berê sibehê dîsa du guleyên hawanan li navçeya Karkamiş a Dîlokê ketin. Li gorî zanyariyan hawan ji sedema şerê navbera DAIŞ û AASê li navçeyê ketine.

    Dîlok — Hat ragihandin ku îro berê sibehê dîsa du guleyên hawanan li navçeya Karkamiş a Dîlokê ketin. Li gorî zanyariyan, hawan ji sedema şerê navbera DAIŞ û AASê li taxa Karşiyaka ya navçeya Karkamişê li bexçê lojmanên camiyê ketine. Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ji bo kontrola bajarê Cerablusa Helebê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxîne ev çend roj in operasyon daye destpêkirin.

    Herêma ku hawan lê ketin zirar da têlên elektrîkê, lê tu ziyanî canî û malî çênebûn, piştî bûyerê hêzên ewlehî çûn û hatina taxa Karşiyakayê girtin, tîmên agirkuj û ambulans çûne cihê bûyerê.

    Her wiha Şaredariya Karkamişê ji hoparloran bangî hemwelatiyan kir ku hetanî demekê ji malên xwe dernekevin.

    Bi heman mijarî:

    Koordînasyona Ciwanên PDK-Bakur êrîşa Dîlokê şermezar kir
    Îsraîlê ji bo Dîlokê nameyeke sersaxiyê ji Erdogan re şand
    Nasnameyên qurbaniyên komkujiya Dîlokê diyar bûn
    Di teqîna Dîlokê de zarokekî sûriyî jî jiyana xwe ji dest da
    DAIŞê ji bo êrişa Dîlokê li milîtanekî kurdîzan geriyaye
    Etîketan:
    Şerê kontrolkirina Cerablusê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de