09:02 26 Gulan 2018
Artêşa Iraqê

Artêşa Iraqê dest bi operasyona navçeya Geyarayê kir

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Hêza Altunî ya Artêşa Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina navçeya Geyarayê kiriye. Li gorî daxuyaniya fermandarên iraqî, terorîstên DAIŞê hatine dorpêçkirin.

Mûsil - Fermandarê Fewca yek a Lîwaya 91 a Artêşa Iraqê Tehsîn Seîd ragihand ku ji saet 04.00an pê vê sibê ve baregahên DAIŞê tên bombebarankirin û ji seet 06:00an pê ve jî Hêza Altunî dest bi êrişa ser navenda navçeya Geyara kir. Artêşê Geyara dorpêç kiriye û rizgarkirina navçeyê pir nêzîk e. Ji bo revê tu rêyek ji çekdaran re nemaye."

Fermandarê Artêşa Iraqê ragihand ku hejmarek zêde yê xelkên medenî jî ji navçeyê direvin, şeva borî jî nêzîkê 100 kesan xwe gihande me û ew şandine Mexmûrê.

Hêjayê gotinê ye ku roja 19ê Tebaxê, Wezareta Parastin a Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariya Iraqê navçeya Geyarayê bi temamî dorpêçkirine û ji bo destpêkirina operasyonê jî li hêviya fermanê ne. Roja 18ê Hezîranê, Artêşa ıraqê dest bi pêvajoya operasyona rizgarkirina navçeyên Geyara û Şergatê kir.

Navçeya Geyara yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye û 60 km li başûrê bajarê Mûsilê ye. Beriya dagirkirina DAIŞê hejmara şêniyên vê navçeyê 250 hezar kes bûn. Geyara weke deriyê gihiştina Mûsilê tê dîtin.

Bi heman mijarî:

7 endamên Artêşa Iraqê li Enbarê hatin kuştin
Artêşa Iraqê du gundên din ê navçeya Geyarayê rizgar kirin
Ûbeydî: Artêşa Iraqê dê xwe tev li meseleya serxwebûna Kurdistanê neke
Artêşa Iraqê Balafirxaneya Giyarê ji destê DAIŞê derxist
Artêşa Iraqê 2 gund rizgar kir!
Artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê 5 gund rizgarkirin
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona kontrolkirina Geyarayê, Fermandarê Fewca yek a Lîwaya 91 a Artêşa Iraqê, Tehsîn Seîd, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de