13:12 24 Gulan 2018
    Artêşa YPGê

    Şer û pevçûnên Hesekê bênavber didome, YPGê çend nûqteyên stratejÎk bi dest xist

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku şer û pevçûnên li bajrê Hesekê şevê din jî hetanî berê sibehê dom kirin. Di pevçûnan de çend nuqteyên stratejîk ji rejîmê hatin girtin.

    Hesekê — Li Hesekê şer û pevçûnên ku di 16ê Tebaxê de bi êrîşên rejîmê re dest pê kiribûn, ketin roja 8an. Pevçûnên şevê din jî li derdora postexane ya li taxa Mesakin, taxa Lêliyê, taxa Xiwêran û derdora Çiyayê Kewkeb kom kirin.

    Di pevçûnên li taxa Xiwêran de girtîgeha herî mezin a Kantona Cizîrê, stadyuma bajar ku wekî "bajarê sporê" tê zanîn û navenda çand û hûnerê ji hêzên rejîmê hatin paqijkirin.

    Pevçûnên li taxên Mesakin û Lêliyê heta berê sibehê dom kirin. Hêzên YPG/YPJ, Asayîş û dorpêça li Çiyayê Kewkeb ku 10 km li rojhilatê Hesekê ye, hîn zêdetir teng kir. Li vê herêmê 230 leşkerên rejîmê û pêxasên wan xwe radestî şervanên YPGê kirin.

    Dorpêça li vir didome û pevçûnên li herêmên navborî cîh bi cîh berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê li Hesekê operasyonên xwe yên hewayî didomîne
    Di şerê Hesekê de bi dehan leşker hatin girtin
    YPGê li Hesekê hin dibistan û ambarek genim kir bin kontrola xwe
    Şerê Hesekê dîsa dest pê kir
    Parêzgarê Hesekê ji YPGê re: Vegerin maseyê
    YPGê ji bo Hesekê daxuyaniyeke duyem da
    Etîketan:
    Şer û pevçûnên li Hesekê, Artêşa Sûriyeyê, HSD, YPG, Hesekê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de