09:09 21 Nîsan 2018
    Helîkopter

    Helîkoptera Erebistana Siûdî hate xistin

    © Sputnik / MİHAİL VOSKRESENSKİY
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hate îdiakirin ku çekdarên Hûsiyan li Yemenê helîkoptereke Artêşa Erebistanê Siûdiyê ya ji cureya apaçiyê xistine.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Yemenê, di navbera çekdarên Hûsî yên Yemenê û hêzên Artêşa Siûdiyê de li deverê ser wîleyeta Necran a Erebistanê pevçûn derketiye.

    Li gorî wê nûçeyê, çekdarên Hûsî helîkopterke ji cure Apaçî (Apache) ya Artêşa Erebistana Siûdiyê li devera Elbeqh a girêdayî wîleyeta Necran xistin xwarê. Derbarê pîlotên helîkopterê jî tu agahî nehatin bidestxistin.

    Ji Erebistana Siûdiyê jî heta niha tu daxuyaniyên fermî derbarê ketina helîkopterê de nehatiye dayîn. Herwiha alîyên serbixwe jî xistina helîkopterê piştrast nekirine.

    Koalîsyona ereban ku pêşengiya wê Erebistana Siûdiye dike li Yemenê dijî Hûsiyan şer dike û piştgiriyê dide hêzên Serokomarê Yemenê Mensûr Ebidrebe.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê şer û pevçûn: 30 kuştî û 26 birîndar
    Li Yemenê xwepêşandeneke mezin li dijî Erebistana Siûdî
    Li Yemenê nexweşxane hate bombebarankirin: Gelek mirî û birîndar hene
    Hêzên hevpeymanî li Yemenê li depoya çekan a Hûsiyan dan
    Li Yemenê êrişa xwekujî: 6 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    şer, ereb, koalîsyon, hûsî, şervan, xistin, helîkopter, Ajansa Nûçeyan a Yemen, Erebistana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de