09:03 26 Gulan 2018
Agirbest - Sûriya - herêm

Li Sûriyayê 4 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn

© AFP 2018 / Max DELANY
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê ku li Sûriyayê ye ragihand ku bi rêvebiriya 4 herêmên Lazkiyayê beşadarî agirbestê bûne. Herwiha herêmên ku beşdarî agirbestê bûn gihîşt 448an.

Navenda Nûçeyan — Daxuyaniya ku li ser malpera Wezareta Parastina Rûsyayê ve hate dayîn de agirbesta li Sûriyayê di 24 saetên dawî de 9 car hatiye îxlalkirin. Mîlîtanên rêxistina Ceyş'ul Îslamê bi topên hewanê êrişî Erbîl Cabbar, Harasta, Dûma û Hauş Daûrayê kirine. Ahrar uş Şamê bi roketavêjan, moşek, topên hewanan û tankan êrişî Taybet el İmamê ya Hamayê û Şillif, Kinsibba yên herêma Lazkiyayê kirin. Terorîstên Artêşa Azad a Sûriyayê jî êrişî Hamratê ya Lazkiyayê kirine.

Hate ragihandin ku rêxistinên terorîst El Nusra û DAIŞê li herêmên Şamê û Helebê binesaziya bajêr armanc girtine.

Ji aliye din ve li herêma Derayê, Şkriya û Adabezayê ya herêma Hamayê ji 4 tonan zêdetir alîkariya xurek hatiye belavkirin, bi balafira rê hewaya Abakan Airê ya Rûsyayê 21 ton alîkariya mirovî birine Deyr Zorê k udi bin dorpêçiya rêxistina DAIŞê daye.

Bi heman mijarî:

Şerê li Heseke dijwartir bû: Hêzên rejimê di bin dorpêçiya YPGê de ne
ÎDIA - MÎTê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê kuşt
Îran hişyarî da Amerîkayê
Terorîstên DAIŞê 142 welatiyên sivîl revandin
Rêxistina Hevkarî ya Îslamê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê şermezar kirin
Etîketan:
hewan, top, êriş, terorîst, rêxistin, binesazî, îxlalkirin, tevlîbûn, herêm, agirbest, Wezareta Parastina Rûsyayê, Şam, Heleb, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de