11:09 26 Gulan 2018
Artêşa Tirkiyeyê

Şervan Derwîş: Tirkiye êrîşî hêzên me dike

© AFP 2018 / ARIS MESSINIS
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 03

Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîşî ragihand ku Tirkiye bi awayekî fermî piştgiriya DAIŞê dike û sengerên hêzên wan bombebaran dike.

Navenda Nûçeyan —Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîşî ji hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyeke bi awayekî lezgîn da û ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî fermî piştgiriya DAIŞê dike û sengerên hêzên wan li nêzîkî çemê Sacûrê bombebaran dike.

Herwiha Derwîşî di dawiya daxuyaniyê de careke din teqez kir ku Tirkiye piştgiriya DAIŞê dike û wiha got: "Tirkiye piştgiriya DAIŞê dike".

Ji aliyekî din ve, li gorî ajansa ANHAyê jî heman nûçe weşand û diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê bi moşekên Katyûşayê êrîşî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li nêzîkî çemê Sacûrê yê bakurê Minbicê dike.

Hat ragihandin ku heta niha di mışekên Katyûşayê hatine avêtin û bombebarankirin hîn berdewam dike.

 

 

Bi heman mijarî:

DAIŞê Minbic tijî dafikên bûbî û mayin kiriye
Minbic êdî azad e
Şervan Derwîş: Minbic hîn nehatiye rizgarkirin
Rojavayiyan berî Minbic bê rizgarkirin dest bi pîrozbahiyan kir
Hindik ma Minbic bê kontrolkirin (HAT NÛKIRIN)
MINBIC - DAIŞê 24 welatiyên sivîl kuştin
Terorîstên DAIŞê li Minbic û Babê bi hevdu ketin
Minbic- 16 DAIŞî hatin kuştin
Etîketan:
bombebarankirin, Moşekên Katyûşayê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, DAIŞ, Şervan Derwîş, Çemê Sacûrê, Minbic, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de