18:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna li Dîlokê

    Binaxkirina cenazeyên qurbaniyên teqîna Entabê hate astengkirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Binaxkirina cenazeyên qurbaniyên teqîna Entabê Kumru İlter û Ahmet Toraman ji hêla komeke nîjadperest ve hate astengkirin.

    Entab — Li gorî nûçeya DİHAyê îro li Entabê, malbatên Kumru İlter a 13 salî û Ahmet Toraman ên ku di êrîşa xwekujî de jiyana xwe ji dest dabûn, xwestin cenazeyên zarokên xwe binax bikin. Ji bo wê jî cenaze anîn Goristana Yeşilkentê. Lê li vir komeke ku alên tirk di destên wan de bi hinceta ‘Wê cenazeyê leşker bê veşartin' nehiştin cenazeyê her du qurbaniyan werin veşartin.

    Parlamenterê HDPê yê Entabê Mahmut Togrul li ser vê rewşê bi Walîtiya Entabê re hevdîtin kir û hate zanîn ku ti cenazeyên leşkera wê neyê veşartin. Malbat û kesên ku beşdarî veşartina cenazeye İlter Toraman bûn xwestin cenazeyan ragirin. Di vê esnayê de koma astengdar bi tekbîranîna êrîş birin ser beşdarên merasîmê. Di navbera her dû aliyan de pevçûn derket û leşker û polîs hatin goristanê û ji malbat û kesên beşdarî cenaze bûne re gotin ku ‘Heke hûn sloganan bavêjin em ê mudaxele bikin'.

    Parlamenterên HDPê bi rayedarên asayişe re hevdîtin kirin û dest bi binaxkirina cenazeyan hate kirin.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê ji bo Dîlokê nameyeke sersaxiyê ji Erdogan re şand
    Di teqîna Dîlokê de zarokekî sûriyî jî jiyana xwe ji dest da
    DAIŞê ji bo êrişa Dîlokê li milîtanekî kurdîzan geriyaye
    Qesra Spî derbarê teqîna Dîlokê de daxuyaniyek da
    Teqîna Dîlokê li Wanê hate protestokirin
    CÎK û AKEE komkujiya Dîlokê şermezar kirin
    Erdogan: Gengaz e ku êrişa Dîlokê ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin
    Lijneyên partiyên siyasî çûn Dîlokê
    Etîketan:
    binaxkirin, astengkirin, Walîtiya Entabê, DİHA, HDP, Ahmet Toraman, Kumru İlter, Mahmut Togrul, Goristana Yeşilkentê, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de