08:26 27 Gulan 2018
Girtîgeh

Ji 17ê Tebaxê heta niha 22 hezar û 198 mehkûm serbest hatin berdan

© Foto: AA Arşiv
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku di çarçoveya serbestberdana bi kontrol de ji 17ê Tebaxê hetanî niha 22 hezar û 198 mehkûm hat berdan.

Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên berdest, di çarçoveya hejmara 671 a Biryarnameya di hiqmê qanûnê de rêya zûtirîn mehkûmên ku serbest werin berdan hat vekirin û ji 17ê Tebaxa 2016an hetanî niha 22 hezar û 198 girtî serbest hatin berdan. 5 hezar û 228 mehkûm ji girtîgeha asê, 16 hezar û 970 mehkûm jî ji girtîgeha vekirî serbest hatin berdan.

Her wiha 4 û 85 mehkûm jî ji girtîgeha asê sewkî ya vekirî kirin, girtiyên ku şert û mercên wan ji bo serbestberdanê li hev dikin azadkirina berdewam e.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag hefteya borî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku destpêkê nêzî 38 hezar mehkûm dê ji vê pêşnûmayê îstîfadê wergirin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: "Dibe bi Bozdag re em herin Washîngtonê"
Bozdag: "93 hezar mehkûm ji kontrolkirina serbestî sûdê werdigirin"
Bozdag: "Rêya serbestberdana 38 hezar mehkûmî vebû"
Bozdag: "Ji bo îadeya Gulen pipsorên amerîkî wê di 22ê Tebaxê de werin"
Bozdag: "Tu xebateke me ji bo efûyê tuneye"
Etîketan:
Serbestberdana mehkûman, Wezîrê Dadê ye Tirkiyeyê, Bekir Bozdag, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de